Li Hatayê tecrîd hat şermezarkirin

  • 14:49 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
HATAY - Rêxistina HDP'ê ya Hatayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê li pêşiya avahiya rêxistina xwe daxuyaniyek da û pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, dawî lê bîne" hate vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Abdûrrahîm Şahîn daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Li girtîgehan zêdeyî hezar û 500 girtiyên nexweş hene, ku rewşa 604 ji wan giran e.
 
Di nava sala 2022'yan de 62 girtî bi guman jiyana xwe ji dest dan û mafê berdanê yê 120 girtiyan hate betalkirin. Her wiha cezayê dîsîplînê li girtiyan hate birîn, li hucreyan hatin bicihkirin, xwarin bi têrkerî nehate dayin, nehatin dermankirin û mafê wan ê ragihandinê hat astengkirin.
 
Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xizmetê ji aştiya civakî re nake. Partiya me ji bo dawî li vê tecrîdê bê anîn mijar xiste rojeva Wezareta Edaletê, lê mixabin bersiveke erênî wernegirt. 
 
Ev pirsgirêka ku ku beşeke berfireh a civakê eleqedar dike, divê di çarçoveya qanûn û hiqûqa navneteweyî de tavilê bê çareserkirin. Hingî em ê karibin bibêjin ku demokrasî û aştiya civakî heye."