MKGP: Rojnamegerên jin ên Kurd wê bêdeng nemînin

  • 13:02 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - MKGP'ê  bi wesîleya 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd  daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê bibin dengê jinan. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd û salvegera qetilkirina Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Endamên MKGP'ê,  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek xebatkarên çapemeniyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna daxuyanî bi Kurdî xwend, Tirkî jî ji aliyê Edîtora JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer ve hat xwendin.
 
Roza bal kişand ser wateya Roja Rojnamger Jin ên Kurd û got" Di 7’ê Cotmeha 1997’an de bi hevkariya PDK’ê ku Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz hat qetilkirin. 7’ê Cotmehê roja ku Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz jiyana xwe ji dest da di sala 2014’an de wekî “Roja Rojnmegerên Jin ên Kurd” hat îlankirin. Ji wê rojê de ye jinên kurd ên rojnameger mîrateya Gurbeteli ya di heman demê de li Tirkiyeyê bû jinan yekem a gerînendeya giştî ya rojnameyê, dewir girtin. Jinên kurd ên mîrateya Gurbeteli dewir girtin li her qadê li dijî zihniyeta baviksalarî, zimanê zayendperest têkoşîna xwe didomînin." 
 
'Emê bibin dengê hevalên xwe'
 
Roza rojnamgerên gittî jî bi bîr xistin û  wiha destnîşan kir, "Em vê daxuyaniyê û bibîranînê ji bo hevalên me yên rojnameger ên girtî ne li ber girtîgeha Amedê pêk tînin.  Em hatin li vir bibin dengê hevalên xwe yên rojnameger Safiye Alagaş, Remziye Temel, Elif Ungur û Neşe Toprak ên di 8’ê hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de jî hatin girtin.  Em jinên kurd ên rojnameger balê dikşînin ser medyaya alternatîf a li dijî medyaya xwediyê zihniyeta baviksalarî, zayendperest û em hem di qada dîtbariyê hem jî di qada nivîsandinê de hebûna xwe heta roja îro diparêzin."
 
'Wê têkoşlîn bidome'
 
Roza anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya heqetê bidomînin û wiha berdewam kir, " Em ê têkoşîna xwe ya derxistina holê ya heqîqetê bidomînin. Li dijî destdirêjî, gefxwarin, zext, binçavkirin û girtinên, em li qadan pê rû bi rû dimînin em ê serhildana xwe ya ji bo derxistina holê ya heqîqetê bidomînin. Ew ê armanca me ew be ku em li dû xwe rojnamegerên jêhatî, zîrek û ji doza xwe bawer bihêlin.  Me wekî jinên kurd her tim hewl da ku em ji erdîgariya ku ya Gelê Kurd e, ji Rojava, heta Herêma Kurdistanê ya Federe, heta Rojhilatê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji vir heta Îran, Yemen û Emerîkayê bibin dengê hemû jinan û dengê wan bidin bihîstin. Her wiha em di her platformê de tînin ziman ku em ê li dijî zimanê medyayê yê zayendperest nivîsandina rastiyan bidomînin." 
 
'Em ji têkoşînê gavê paşve navêjin'
 
Roza bal kişand ser qetilkirina hemû jinên rojnameger ên Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe , "Wekî jinên kurd ên rojnameger li dijî zihniyet û feraseta PDK’ê ya bû hevkarê qetilkirina Nagîhan Akarsel û Gurbeteli Ersoz em ê gavê ji têkoşîn û berxwedana xwe paşde neavêjin. Zihniyeta li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê rojnameger, lêkolîner, aktivîst û endama Navenda Lêkolînê ya Jinelojiyê Nagîhan Akarsel qetil kir û zihniyeta ku li Tehrana Îranê Jîna Mahsa Amînî qetil kir ji heman feraset û armancê re xizmetê dike. Li dijî vê zihniyet û ferasetê em ê wekî jinên kurd ên rojnameger serî netewînin û soza gihandina aştî û azadiya xwe, bi cih bînin."
 
Roza bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî, "Em dîsa dubare dikin ku em ê tevî hemû polîtîkayên zextê nivîsandina xwe û têkoşîna xwe bidomînin. Em hevalên xwe yên rojnameger Gurbeteli Ersoz, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Nagîhan Akarsel ên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û em dibêjin rêya wan rêya me ye.”