Ji bo Nagihan Akarsel konê sersaxiyê hate danîn
- 13:02 7 Cotmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li cihê lê hatî qetilkirin konê sersaxiyê hate danîn.
Ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a 4’ê cotmehê li cijê ku hatî qetilkirin, konê sersaxiyê hate danîn.
Di serî de gelek nûnerên saziyên jinan, kesayet berê xwe dan kon, sersaxî dan malbatê û hevalên wê. Li kon wêneyên Nagîhan Akarsel hate hildan û gul hatîn danîna ber wêneyên wê.
Endama mekteba siyasî ya YNK'ê Şehnaz Îbrahîm Ehmed, nivîskar Elî Kerîmî, Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên, gelek kesayet û nûnerên saziyên jin û rêxistinan amade bûn.
Li merasîmê hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên axivî û bal kişand ser qetilkirina jinên kurd û got ku divê tola jinên tên qetilkirin bê hilgirtin.
Piştre hevrê û endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî jî anî ziman ku li Başûr cînayetên siyasî zêde bûne û got: “Êriş ne tenê ser hevala me Nagîhan Akarsel tenê bû, êriş li ser hemû jinan e.” Qeredaxî anî ziman divê hikûmet û desthilat bi erka xwe rabin, pêşiya cînayetên wiha bigre û got: “Em ê xeyalên Nagîhanê bi cih bînin.”
Serdanên ji bo konê sersaxiyê didomin.
Konê sersaxiyê wê heta êvarî bidome.