DFG’ê di rapora meha Îlonê de qetilkirina Nagihan Akarsel şermezar kir

  • 11:59 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
AMED - DFG'ê di rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Îlonê ku aşkere kir de bal kişand ser qetilkirina endama Navenda Lêkolînê y Jînelojiyê û Edîtora Kovara Jînelojiyê Rojnameger Nagihan Akarsel û got: “Em rojnamegerên  şahidê rojnamegerî û têkoşîna hevpîşeya xwe ne. Baş tê zanîn ev êriş jî li dij vê lêgerîna heqîqetê ya Nagîhanê pêk hat. Nagihan Akansel jî wek şehîdên Çapameniya Azad ên din wê roniya têkoşîna me ya heqîqetê be.”
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û binpêkirina mafan li hemberî saziyên çapemeniyê ya meha Îlonê bi raya giştî re parve kir. Di rapora ku hat parvekirin de, bal kişand ser qetilkirina endama Navenda Lêkolînê y Jînelojiyê û Edîtora Kovara Jînelojiyê Rojnameger Nagihan Akansel û got ew şahidê têkoşîn û rojnamegeriya wê ne.
 
Di raporê de hat nîşandan ku di dawiya meha Îlonê ku wan daneyên zext û pêkutiyên li ser rojnamegeran rapor dikirin de li ser nav û hesabê mirovahiyê bi agahiyeke reş wan dest bi meha Cotmehê kiriye. Di raporê de bal kişandin ser qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jînelojiyê û Edîtora Kovara Jînelojiyê Rojnameger Nagihan Akansel a ku li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin û ev tişt hat gotin: “Em rojnamegerên  şahidê rojnamegerî û têkoşîna hevpîşeya xwe Nagîhan Akansel in û em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.  Baş tê zanîn ev êriş jî li dij vê lêgerîna heqîqetê ya Nagîhanê pêk hat. Rojnamegerên şopdarên heqîqetê jî dê careke din bi xebatên xwe bi êrişkarên Nagihan Akansel qetil kirin bidin famkirin ku tu hêz dê nikaribe pênûsa heqîqetê bişkîne. Wek soza li kolanan hat dayîn Çapameniya Azad xwediyê têkoşîn û pênûsa hevpîşeya xwe Ye. Nagihan Akarsell jî wek şehîdên Çapameniya Azad ên din roniya têkoşîna me ya heqîqetê ye.”
 
Rapora DFG'ê ya meha Îlonê wiha ye: 
 
“Dadgeha Tirk hemu kujerên Feylesof û Zanyarê Kurd Apê Musa di salvegera 30’yemîn qetilkirina wî de ji cezakirinê rizgar kirin. Di danişîna berya salvegera 30’yemîn de jî biryara cezakirinê neda û danişîn di çarçova plana siyasî de hefteyek taloq kir. Ango danişîn ji 16’ê Îlonê taloqê roja 21’ê Îlonê kir. Ev roj rojek dikeve pişt salvegera 30’emin. Dadgehê di danişînê de hemû daxwazên ji bo doz di çarçoveya sucê li dij mirovahiyê de bê qebûlkirin red kir. Bi hinceta “dem di ser de derbas bû” dosye ji darizandinê hat xistin. Dadgehê pir aşkera bi vê biryarê xelat da kujer û hevkarên wî yên siyasî. Hevkariya xwe ya  bi hêzên tarî yên di salên 1990’î re hevkariya xwe aşkera kir û careke din Apê Musa hat qetilkirin. Em jî wek şopdarên Apê Musa û generalên wî yên biçûk biryarê şermezar diki û dibêjên ‘emê heta bi heta dev ji vê dazê bernedin.’
 
Hikumeta AKP-MHP’ê ‘Yasaya Sansurê’ ya serdema sala yase çêkirina dama borî de anîbûn desteya navendî ya Meclîsê û ji ber bertekên mezin paşve hatibû xistin careke din anîn rojevê. Bi vê yaseya ku di roja yekemin vebûna meclîsê de ket rojevê tê xwestin hemu çapamenî bê bêdengkirin. Her çen hikumet dixwaze vê yaseyê wek kanuna ‘dezenformasyonê’ bide nişandan jî em rojnameger zanin ku armanca derxistina vê yaseyê ev e ku di nava hemu aliyên gel de sansurê berfire bike. Bi vê yaseyê hem dixwazin zaxt û pêkutiyên li ser çapamenî û azadiya raman kurtir binkin û hem jî dixwazin pilatformên medya dijital yên wek medyayeke alternatif li pêş dikevin jî  bikin bin kontrola xwe.
 
Careke din em bi helwesteke bi biryar vê yaseya ku armanca xwe avakirina medyayeke yek denge, kurkirina atmosfara tirsê ya heyî ye û girantirkirina sansor û otosansorê ye red dikin û dibêjin li dij vê S têkoşîna herê bihêz û birûmet e. Ev yaseya ku dixwaze civaka muxalefet, çapamenî û azadiya raman dorpêç bike ji her aliyê xwe ve yasayeke sansurê ye. Hê berya ku yase derkeve em dibin şahidê nîşaneyên zêdebûna zext û sansurê. Her meh li ser navê azadiya raman, azadiya çapameniyê rapor tên amadekirin. Îro ev rapor jî tên astengkirina. Ev jî destnîşan dike ku li Tirkiyê zext, pêkutî û sansura li ser rajnamegiriyê û civakê derketiya kîjan radeyê. Ji bo ev yaseya sansurê ya di meclîsê de du xalên wî hatine qebûlkirin paşve bê kişandin banga vexwendina têkoşînê dikin.
 
Li Tirkiyê di nava pirsgirêkên rojnamegeriyê de mijara rojnamegerên girtî mijara sereke ye. Rojnamegerên ji bo nikaribin nüce çekin hatine girtin îro di girtîgehê de bi dehan pêkûtiyan re rû bi rû ne. Di girtîgehê de rojnameger jî wek girtiyên din ên siyasî maxdurê hemû tengavkirinê rojane û heta her cure zext û pêkûtiyanin.  Rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elif Ungur ku ji 16 rojnamegerên roja 8 Hezîranê bi serdagirtina malan de hatibûn girtin û di Girtîgeha Girtî ya Jinan ya Diyarbekir de dimînin jî tevlî gireva birçîbunê ya 5 rojan ku  ji ber lêgerîna tazî, astengkirina dermankirina girtiyên nexweş û aktîviteyên navbera girtiyan tên asteng kirin bûn.  
 
Li gel vê tabloya giran jî îro salvegera rojnamegerên jinên rojnameger yên hêviyê zindî digrin û ji nav tariyê heqîqetê derdixin holê ye. Di sala 1997’an îro de pêşenga rojnamegeriyê Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Bi vê boneyê roja 7’ê Cotmehê wek roja rojnamegerên jin hatiye qebûlkirin. Em jî bi vê rih û rûmetê roja 7’ê cotmehê ya Rojnamegeriya Jinên Kurd pîroz dikin û hemu rojnamegerên jin yên pênûsa Gurbetellî hildane silav dikin.”