Di serdema ku wê CPT biçe Îmraliyê de cezayê dîsîplînê yên nû!

  • 10:53 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rozerin Gültekin
 
STENBOL - Beriya serdana CPT'ê ya li Îmraliyê bi demeke kurt cezayê dîsîplînê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn.
 
Ji Rêbwerê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 23 sal in di bin tecrîdê de ye û gitiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Mamîlî Yildirim ji 18 mehan zêdetir e agahî nayê girtin.  Hevîdtina bi wan re bi hinceta "ceyayê disîplînê" û "qedexeya hevdtînê" nayê kirin. Li van astengiyan keke din zêde bû hat diyarkirin ku ceyekeî nû yê disîplînê yê 3 mehan li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê hatiye birîn.
 
Serlêdana parêzeran nehat bersivandin
 
Piştî ku 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya ku di 15’ê Îlonê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Disîplînê ya Îmraliyê ve ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din hatibû dayîn, bi dawî bû, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 16’ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Piştî ku bersiv ji vê serlêdanê re nehat dayîn, parêzeran di 23'ê Îlonê de bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan û daxwaza hevdîtina bi malbatê re kirin.
 
Serlêdan hate redkirin
 
Di vê serlêdanê de parêzeran xwestin ku li hemberî cezayê dîsîplînê îtiraz bikin û mînakên biryarên di dosyayê de bidin wan. Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê ku tenê di 5'ê Cotmehê de bersiv da parêzeran, serlêdan red kir.
 
Cezayê dîsîplînê yê nû
 
Heyeta dadgehê di redkirina xwe de îdia kir ku "cezayê dîsîplînê" yê 3 mehan a ku Heyeta Disîplînê ya Îmraliyê di 9'ê Îlonê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din dabû, di 28'ê Îlonê de teqez bûye. Dadger agahî da parêzeran ku bi îdiaya cezayê dîsîplînê yê nû 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê heye.
 
Dema ku qedexe tunebû ti hevdîtin nehatin kirin
 
Tevî ku "cezayê dîsîplînê" yê berê di 15'ê îlonê de bi dawî bû û cezayê dîsîplînê yê nû hîna nehatibû dayîn jî, îtîraza parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya di vê heyamê de hat dayîn, nehat qebûlkirin û serlêdana nêrîna malbatê jî hat astengkirin.
 
Beriya serdanê ceza
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di 3'yê cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û di vê serdanê de çûye Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re kiriye. 
 
Cezayên disîplînê yên din
 
Bi qedexekirina hevdîtina herî dawî re, ji sala 2018'an heya niha 12 caran cezayê disiplînê hatiye birîn û hinceta van cezayan bi tu awayî teblîxî parêzeran nehatiye kirin.