Sibê li Dêrsimê mîtînga 'Em qadên jiyanê diparêzin'

  • 09:23 7 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, di 8’ê Cotmehê de li dijî talankirina xwezayê ku bi dirûşma “Em ê bi ser kevin, em qadên jiyanê diparêzin” mîtîng li dar bixe. Endama HDP’ê ya Dêrsimê Besîme Gok axivî û bang li hemû kesan kir ku xwedî li xwezaya xwe derkevin û vê talanê bidin sekinandin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, dê di 8'ê Cotmehê de ango sibê bi dirûşma “Em ê bi ser kevin, em qadên jiyanê diparêzin” li Qada Seyîd Riza mîtîngeke herêmî li dar bixe. Endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi roja ne ji bo mîtîngê xebat dimeşînin û bangawaziyê dikin.
 
Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersîmê Besîme Gok, têkildarî mîtînda ku li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin de axivî.
 
‘Li dijî xwezayê şerek taybet tê meşandin’
 
Besîme, anî ziman ku li gelek bajarên Kurdistanê polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û got: “Ji van bajaran yek jî Dêrsim e. Li Dêrsimê li dijî xwezaya me şerek hatiye destpêkirin. Ev şer ne nû ye. Ji berê ve heye û heya îro berdewam dike. Dema ku mirov demên berê dinêre di salên 38’an de qirkirina mirovahiyê hebû û ev tişt heta îro jî dom kiriye. Wê demê jî dar hatin şewitandin û xweza hat talankirin. Niha jî ev tişt berdewam dike. Lê ligel vê yekê bi çêkirina bendav û HES’an xweza hîn tê talankirin. Em hemû jî baş dizanin ku bi çêkirina van bendavan çiqwasî mirov, zindî û ajal di bandora vê tiştê de dibînin. Ev qirkirin ji berê heta îro bênavber didome. Li Dêrsimê sed sal in li dijî xwezayê êriş tên meşandin. Xeynî van tiştan niha qadên madenê jî hatine vekirin. Ev tişt jî zirarek mezin dide xwezayê. Her wiha li Hozatê niha qirkirina xwezaye heye. Yanî bi kurtasî em bi qirkirinekî re rû bi rû ne.” 
 
‘Polîtîkaya bê mirovahiyê tê meşandin’
 
Besîme, destnîşan kir ku li dijî xwezyaê ev talana ku tê meşandin bi zanebûn tê kirin û wiha domand: “Hikûmet bi alîgirên xwe re îhaleyên ku çêkirine ve dixwazin xwezaya me bi temamî tune bikin. Li Dêrsimê polîtîkaya bê mirovahiyê tê meşandin. Baweriyên me tên tunekirin. Polîtîkayên bişaftinê bênavber didomin. Cihên me yên baweriyê û darên me tên tunekirin. Ev bi salan e wisa didome.”
 
‘Li dijî qirkirinê em ê bicivîn' 
 
Besîme, diyar kir ku bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê dê di 8’ê Cotmehê de li Qada Seyît Riza li dijî qirkirina xwezayê mîtîng dê lidarbixin û wiha dom kir: “Ji bo ku em xwedî xwezaya xwe derbikevin em vê mîtîngê li dar dixin. Xebatên me bi rojan e didome. Mîtînga me di 8’ê Cotmehê saet 11.00’an de li Qada Seyît Riza dest pê bike. Ekolojî cihê ku hemû zindiyan di nav xwe de digire ye. Ekolojî temamiya jiyanê ye. Ji bo ku ev jiyan tune nebe û zindiyan biparêzin em vê mîtîngê li dar dixin. Em xwedî xwezaya û zindiyên xwe derbikevin. Em ê sibê bên cem hevdû û dengê xwe bilind bikin.”
 
Banga ji bo mîtîngê
 
Besîme, dawiya axaftina xwe de bang li hemû heskirinên xwezayê kir û got: “Divê her kes xwedî li xwezayê derkeve û ji ber vê yekê divê hemû kes li mîtîngê be. Em xwezaya xwe ji madenan, bendav û HES’an biparêzin û dengê xwe bilind bikin. Em xwe, xweza, zindî, av û çiyayên xwe biparêzin û dengê xwe bilind bikin. Li ser axa me polîtîkayên şer û bişaftinê tên meşandin. Em xwedî li xwezaya xwe derkevin.”