Rêxistinên civaka sivîl xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan

  • 15:50 6 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
WAN - Bi armanca berdana girtiyên nexweş, li Wanê 20 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, komele û odeyan bang kirin û xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan. 
 
Bi mebesta balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Wanê 20 partiyên siyasî, komele, rêxistinên sivaka sivîl û sendîkayan daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li pêşiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hat dayîn û pankarta bi kurdî û tirkî ya “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hatibû vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa OHD’a Wanê Îslam Kartal da zanîn ku binpêkirin û mirinên biguman ên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: “Em roj bi roj ji rêgezên parastina aştî, edalet, wekhevî, azadî, rûmeta mirovan, mafê jiyanê û mafê jiyanê yên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de dûr dikevin. Mixabin ku encamên herî giran ên vê dûrketinê jî li girtîgehan dibe. Girtî terkî mirinê hatine kirin û girtîgeh veguherîne qadên wisa ku mirov nema dikare lê bijî. Her cureyên binpêkirinên mafên mirovan û miameleyên dermirovî li girtîgehan tên kirin.” 
 
'Di zûtirin demê de tevdîran bigirin'
 
Îslam, diyar kir ku wezareta dadê li hemberî bangawaziyên ji bo berdana girtiyên nexweş xwe li bêdengiyê dide û wiha bi dawî kir: “Ji girtîgehan an darbest derdikevin an jî demekî kin piştî berdanê jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî Emel Haceroglû ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, tevî serlêdanan jî dereng şandin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin ku 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatibû berdan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Tenê di sala 2022’yan 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Divê desthilatdariya siyasî û rayedar ji bo pêşîlêgirtina mirinan, di zûtirin demê de tevdîran bigirin. Banga me li wezareta dadê û saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku bikevin nava liv û tevgerê.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû. 
 
Saziyên ku metn îmzekirin ev in: “OHD, TJA, Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER), ÎHD, KESK, Atolyeya Çand Hunerê ya Aryenê, GOÇ-DER, Komeleya Jinan a Starê, TMMOB, DÎSK, TUHAY-DER, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Baroya Wanê, HDP, DBP, MEBYA-DER, Koma Şanoyê ya Şanowan, Komeleya Ziman û Çandê ya Arsîsa, Komeleya Zanist Antropolojî Huner û Çandê (BASK-DER) û Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê.”