Li Til Birakê kuştina Jîna û Nagîhan hat şermezarkirin

  • 13:40 6 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Til Birakê bi xwepêşandaneke qetilkirina Jîna Mahsa Amînî û Nagihan Akarsel hat şermezarkirin û banga bilindkirina berxwedanê hat kirin. 
 
Kongra Star li Til Birakê ya Qamişloyê ji bo şermezarkirina sûîqastkirina çalakger û akademisyen Nagihan Akarsel û Jîna Emînî xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji têketina rojavayê navçeyê dest pê kir û li kolanan geriya û li Çerxerêya Şehîdan vegerî mîtîngê. Xwepêşandêran diruşmên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
 
Li wir, endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Rexed El Hisên sûcên li dijî jinan û şikandina vîna wan şermezar kirin û wiha got: "Sûcên qetilkirina çalakger û siyasetmedarên jin îsbata asta dijminatiya rejîmên baviksalarî li dijî doza rizgariya jinan e."
 
Li aliyekî, endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Îman El Elî ev tişt got: "Sûcên pêk hatine û yên hîna li dijî jinan pêk tên, hêrsek li tevahî cîhanê çêkir û zemînek ji bo destpêkirina şoreşên jinan ava kir."
 
Îman El Elî wiha domand: "Em soz a bilindkirina têkoşînê didin. Her wiha divê tevahî jinên li cîhanê serî li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî wan hildin û berpirsên van sûcan werin cezakirin."