Dê rojnameger sibehê li ber Girtîgeha Amedê bin
- 11:50 6 Cotmeh 2022
- Rojane
AMED - Bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd dê MKGP sibehê li ber Girtîgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê bide.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo balê bikşîne ser rojnamegerên girtî û bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd wê sibehê saet di 11.30'an de li ber Girtîgeha Amedê bi beşdariya gelek rojnameger û saziyan daxuyaniya çapemeniyê bide.