Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibe

  • 11:12 6 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî zext û şîdeta Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî berfireh dibin. Jin û ciwan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" xwepêşandanan re pêşangtiyê dikin.
 
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî duh bi şev jî berdewam kir. Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên jinên ciwan bi grev û çalakiyan û meşan, bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li dijî rejîma maf û azadiya wan zeft kiriye derketin.
 
Li Rojhilatê Kurdistanê şeva borî, li hinek bajaran, bi taybet navenda Sine, Kirmaşan, Îlam, Urmiyê, Seqiz, Merîwan, Mehabat û Dêwilan xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûmê hebûn. Li çend cihan hêzên Îranê bi tûnd li dijî xwepêşanderan derketin. Xwendekarên jin bê laçik daketin qadan. Her wiha li dibistanan sembolên rejîmê anîn xwarê û şikandin.
 
Li ser asta Îranê jî, xwendekaran û xwepêşanderan li zanîngehan nerazîbûn nîşan dan û xwepêşandan kirin.
 
Li bajarên mezin ên weke Tehranê, Şîraz, Meşhed, Îsfehan, Reşt, Tewrêz, Zencan û Yezid xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê weke rojên borî berdewam kir.
 
Li Sîstan û Belûçistanê, bi taybet li bajarê Zahîdanê ku rojên borî komkujiya herî mezin lê pêk hat û zêdetirî 60 kesan jiyana xwe ji dest dan, heta niha jî rewş asayî nebûye, nerazîbûn berdewam in û gelek hêzên leşkerî lê hatine bicihkirin.
 
Li gorî daneyên herî dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandan ve 154 kes hatine kuştin û herî kêm temenê 9 kesan li jêr 17 saliyê de ne.
 
Piraniya kesên hatine kuştin, xelkê Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Gîlan, Urmiye, Sine û Kirmaşanê ne.