TJK-E'yê bernameya çalakiyên 9'ê Cotmehê eşkere kir

  • 11:03 6 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bernameya çalakiyên şermezarkirinê eşkere kir û bang li jinan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji ber salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li hemberî Gelê Kurd hate kirin, bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e" dadikeve qadan.
 
Di daxuyaniya TJK-E'yê de wiha hat gotin: 
 
"Bi komploya 9'ê Cotmehê re xwestin tevgera azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna azadî-wekheviyê ya li Rojhilata Navîn tasfiye bikin, lê nekarîn. Berevajî vê armancê, komploger têk çûn, têkoşîna azadiyê jî hîn mezintir bû û ji tevahiya cîhanê re bû hêvî. Di serî de berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, berxwedana gelên Kurdistanê ev konsept pûç kir. Em vê komploya li dijî mirovahiyê û hovane ya dîroka mirovahiyê careke din bi hêrseke mezin şermezar dikin. Lehengên ku li djiî komployê têkoşiyan û şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînin.
 
Paradîgmaya Jiyana Azad û Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin ji bo gelên Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî. Zêdebûna sempatiya ji bo vê felsefeyê, dewleta Tirk a faşîst û serwer aciz kiriye. Ji ber vê yekê jî êrişên berfireh dikin û tecrîdê giran dikin.
 
Tecrîd û êrişên li dijî Rêber Apo êrişên li hemberî gel, jinên kurd û tevahiya mirovahiyê ne. Bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî dibe sedem ku ev polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê girantair bibe. Bêdengiya saziyên navneteweyî wan dike şirîkê sûc ê vê faşîzmê.
 
Ji bo me jinan, Gelê Kurd, ciwanan û alîgirên nirxên mirovahiyê, rêya yekane mezinkirina têkoşînê û vekirina rêya serketinê ye. Rêya herî bi wate û encamgir a vê yekê jî kombûna li dora Rêber Apo ye. Roj ew roj e ku ji bo azadiya Rêberê xwe seferber bibin, xwedî li grîlayan derkevin û hêjayî wan fedaiyan bibin ku gotin 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û canê xwe feda kirin. Roj roja misogerkirina serketina bi milyonan mirovî ye ku dibêjin 'Jin, jiyan, azadî'. Bi vê biryardariyê em bang li xelkê xwe yê li Ewropayê, bi taybetî jî jinên Kurd dikin ku di salvegera komploya navneteweyî de bibêjin 'Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e' û dakevin qadan, di 8 û 9'ê Cotmehê de li her devera Ewropayê bi xurtî beşdarî çalakiyên şermezarkirinê bibin."
 
TJK-E ku rêxistina sîwanî ya rêxistin û Yekîtiyên Jinên Kurd ên li Ewropayê ye, wê li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swêd, Danîmarka, Awûstûrya, Îngilistan û Qibrisê çalakiyan lidar bixe.