'Yekîtiya Jinên Ciwan gelek derfet ji jinan re ava kir'

  • 09:41 6 Cotmeh 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Endama Meclîsa Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zela Ebdo nirxandina xebatên xwe yên du salan kir û encama konfransa xwe wiha anî ziman: "Yekîtiya Jinên Ciwan gelek derfet ji jinan re ava kir. Me di nava du salan de gelek xebat kirin lê belê xebatên me di demên pêş de wê dîsa bi taybet li ser esasê azadiya Rêber Apo û azadiya jinê be."
 
Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê di nav du salên derbasbûyî de gelek xebat û kar ji aliyê rêxistinkirin, perwerdekirin, zanekirina jinên ciwan li kantona Şehbayê li ser piyan ye û gelek derfetên hunerî, çandî û tendirustî ji jinan re ava kir. Ji bo ku Yekîtiya Jinên Ciwan xebatên xwe yên du salan nîqaş bikin û plansaziyekê ji bo demê pêşî re amade bikin û xebatên xwe li ser wê bingehê bidin meşandin, di warê rêxistinbûyinê de gavên girîng hatin avêtin. Di 28'ê Îlona vê salê de duyemîn konferansa xwe bi dirûşma "Bi rihê Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin" li Kantona Şehbayê di rewşa koçberiyê de li dar xistin. Endama Meclîsa Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn Zelal Ebdo encama konfransa xwe bi me re parve kir.
 
'Xebatên du salan ên Yekîtiya Jinên Ciwan'
 
Zelalê di destpêka gotinên xwe de nirxandina xebatên xwe yên du salan kir û ev tişt anî ziman: "Xebat û çalakiyên me yên du salan li ser bingeha azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bû. Çalakiyên jinên ciwan piranî di bin sîwana hemleya 'Dem dema azadiyê ye' hate lidarxistin. Li kêleka vê yekê jî jinên ciwan ên ku li Şehbayê dimînin xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin û perwerde kirin û asta xwe ya zanebûnê pêş xistin. Armanca me rêxistinkirina jinên ciwan e da ku ew ku karibin li hember dijmin bersiva xwe bidin û helwesta xwe nîşan bidin. Me gelek perwerdeyên girtî û vekirî yên li ser şerê gelê şoreşger, şerê taybet, rola jinên ciwan, dan. Jinên ciwan xwe di milê rêxistinî, sporî, çandî û parastinê de bi rêxistin kirin. Di du salan de çalakiyên cuda hatine kirin. Van çalakiyana di warê lidarxistina panel, perwerde, civînên cur bi cur ên ji jinên ciwan re bûn. Di heman demê de jinên ciwan di aliyê amadekariyên şer de jî cih girtin. Di heman demê de mijarên ku me digirtin dest rastiya dijmin, rastiya rêjîma Sûriyeyê, parastina rewa bûn û bi gelek encam û nîqaşên bi sûd bi dawî dibûn. Heta astekê jinên ciwan karîbûn bibin pêşeng û rêveberên civakê. Rol û rengê jinên ciwan di van du salan de di çalakiyên taybet ên mîna 8'ê Adarê, Newroz û Rojbûna Rêber Apo de derketin pêş û jin bi rengên xwe beşdarî şahiyan bûn. Ruxmî koçberî û tunebûnê jî jinên ciwan xwe îsbat kirin. Her wiha di warê hunerî de di mihrîcana Ş. Stêrvan de bi rengê xwe derketin ser dikê."
 
'Yekîtiya Jinên Ciwan gelek derfet ji jinan re ava kir'
 
Zelalê di nava axaftina xwe de diyar kir ku helwestên jinên ciwan li hember dagirkeriyê diyar bû û wiha vegot: "Jinên ciwan li hember dijmin xwedî helwest û sekinin. Bi taybet jinên ku li Şehbayê dijîn, di her çalakiyekê de hest û helwestên xwe li dijî dagirkeriyê radigihînin. Kêmasiyên me ku di van du salan de derket pêş ku me tam nikarî xwe bigihanda jinên ciwan ên ereb ku heta niha di çarçoveya malê de mane, adet û kevnşopiyên civaka wan carcaran li pêşiya me dibûn bend. Heta astekê ew hatine perwerdekirin lê dîsa kêm mane. Di nav civaka ereb de jin bê hêz, îrade û vîn e, di heman demê de ne xwedî biryar e. Em jî hewl didin vê zihniyeta baviksalarî ji holê rabikin û di demên pêş de li ser vê yekê bisekinin û kêmasiyan sererast bikin. Perwerdeyên tendirustî û girtî ji jinên ciwan ên ereb hatin avakirin û heta astekê hejmarên beşdarbûna wan baş bû."
 
'Bernameya me ya sereke azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ye'
 
Zelalê diyar kir ku piştî xebata jinên ciwan ên du salan konferansa xwe ya duyemîn li Kantona Şehbayê li dar xistin û got: "Piştî xebata du salan ên Yekîtiya Jinên Ciwan me konferansa xwe ya duyemîn bi dirûşma 'Bi rihê Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin' di rewşa koçberiyê de li dar xist. Ji bo xebatek rast ji jinên ciwan re bide meşandin, tê de Meclîsa Yekîtiya Jinên Ciwan nû hate avakirin. Rapora xebatên du salan hate xwendin û nirxandinên kar û xebatên du salan ji aliyê jinên ciwan ve hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Ji bo meşandina kar, xebat û plansaziya du salên pêşiya me çalakî û bername hatin nîqaşkirin û hatin amadekirin. Konferansa duyemîn wê bibe rihekî nû ya ji jinên ciwan re û ji dijmin re bibe bersiv. Li hember êrîşên dagirkeriyê yên ku li ser me tên kirin em xurt û bi hêz dibin û tu carî lawaz nabin. Her em xwe bi rêxistin û perwerde bikin, êrîşên dagirkeriyê li ser me zêdetir dibin. Mînakeke wê hedefgirtina endamên jinên ciwan Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê û Rojîn bû. Ev her sê jin pêşengên jinên ciwan bûn. Bernameya ya sereke di konfransê de hatibû xuyakirin azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bû. Em ê jî layîqî vê erkê bin."