Jin li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel li gelek bajaran daketin qadan

  • 16:59 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Jinan ev peyam dan: “Em ê bi ruh û mîrasa Nagihanê, têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel duh li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Bi mebesta protestokirina qetilkirina Akarsel, li gelek bajaran jin daketin qadan û peyama têkoşînê dan. 
 
Riha 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina qetilkirina  Nagîhan Akarsel çalakî li dar xist. Jinên ku li pêşiya Rêxistina HDP’a Rihayê hatin ba hev, wêneyên Nagîhanê rakirin û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliye ya Rihayê ve meşiyan. Di heman demê de Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê, Platforma Jinan a Rihayê û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de dovîzên “Jin, jiyan, azadî” hatin vekirin û Endama Meclisa Partiyê (PM) a HDP’ê Sevda Elîk Ozbîngol axivî. Sevda, qetilkirina Nagîhanê şermezar kir û soz da ku dê xwedî li têkoşîna wê derkevin. Daxuyanî, bi çepikan û dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. 
 
Semsûr 
 
Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Jinan a HDP’a Semsûrê jî bi heman boneyê daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya HDP’a Semsûrê hat dayîn û rêveberên DBP’a Semsûrê û Partiya Çep a Kesk jî piştgirî dan. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em êrişên li dıjî tekoşîna jinan qebûl nakin” hatibû hilayîstin. Di civînê de Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Semra Karadag axivî û wiha got: “Em ê tenê yek saniyeyê jî dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin û pênûsa Nagihanê li erdê nehêlin. Li dijî tundiya li dijî jinên kurd tê pêşxistin, em banga mezinkirina piştevanî û têkoşîna azadiyê dikin.” 
 
Civîn, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
Colemêrg
 
Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek endamên partiyê di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku dê li dijî kesên dixwazin jinan bêdeng bikin û bitepisînin paşve gavê neavêjin û bi vî awayî bersivê bidin. 
 
Di daxuyaniya li Geverê de jî gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Nagîhan Akarsel hatibûn vekirin û pankarta “Jin, jiyan, azadî” hat rakirin. Di daxuyaniyê de parêzera OHD’î Cevahîr Agrali axivî. Cevahîr got ku jinên ku pêşengitiya şoreşên bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” pêk hat dikirin, niha di hedefê de ne û wiha pê de çû: “Aqilê desthilatdariyê ku hebûna xwe bi mirin, xwîn, komkujî û talanê diparêze, bi sedan sala ye li dijî jinên jiyaneke watedar ava dikin, şer daye destpêkirin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî bexwedana jinan” bi dawî bû.
  
Hatay 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê jî li pêşiya avahiya HDP’a Hatayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Nagîhan Akarsel protesto kirin. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn. Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Jinan a HDP’a Hatayê Seher Cevheroglû bertek nîşanî qetilkirina Nagîhanê da û ev tişt anî ziman: “Divê kesên dijminatiya têkoşîna jinan dikin baş bizanin ku em ê bi ruh û mîrasa Nagihanê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.” 
 
Her wiha Rêxistina HDP’a Îskenderûn a Hatayê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn û ji rêvebera HDP’a Îskenderûnê Fîdan Durmuş axivî. Durmuş, da zanîn ku dê hesaba qetilkirina Akarsel bipirsin û wiha domand: “Em ê pergala demokratîk ku azadiya jinan tê de serwer teqez ava bikin. Soza me ya ji bo Nagihanê, mezinkirina têkoşînê ye. Em ê pênûsa wê, dengê wê û hêviyên wê nîvco nehêlin.” 
 
Edene
 
Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li Edeneyê jî qetilkirina Nagîhan Akarsel protesto kirin. Daxuyanî, li Parka Heyekellî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya qetilkirina Nagîhanê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Em ê tenê yek saniyeyê jî dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin. Em ê pênûsa Nagihanê li erdê nehêlin. Em ê Jineolojiyê weke parastina cewherî ya zanistî ya hemû jinên cîhanê mezintir bikin.” 
 
Mêrsîn
 
Rêxistina HDP’a Mêrsînê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin, jiyan, azadî, jin dê bêdeng nemînin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de li gel parlamenterên HDP’ê Ridvan Turan û Fatma Kurtulan, gelek kesên din jî amade bûn. Ji Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê Hamdiye Kiric di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Nagîhan bi sekna xwe bû hêviya her kesî û wiha got: “Guleyên li Nagihanê hatine xistin, li têkoşîna azadiyê ya jinan hatine xistin. Ev gule li dengê jinan, li gotina jinan hatine xistin. Di şexsê nasnameya kurdî û rojnamegeriyê ya Nagihanê de xwestin me bêdeng bikin lê belê em ê ji têkoşîna xwe paşvegav neavêjin û bi vî awayî bersivê bidin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.