Li Botanê di 9’ê Cotmehê li dijî komployê dê meş were lidarxistin

  • 16:18 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Botanê dê di 9’ê Cotmehê de li dijî komploya navneteweyî meş were lidarxistin. Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê,gel vexwend meşê.
 
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê,TUHAD-FED, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk ( DBP) ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat dê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş bê lidarxistin. Der barê meşê de rêxistina HDP’ê ya Şirnexê li ber avahiya HDP’ê ya Cizîre daxuyaniyek da.Rêxistina DBP’ê,Meclîsa Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên TJA'yê û rêxistinên navend û navçeyan ên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag axivî û anî ziman ku li dijî komployê ew ê li qadan bin û got:”Em komploya navneteweyî şermezar dikin. Ji bo wê jî em 9’ê cotmehê li Cizîrê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîtê û îşkenceya li zindanan em ê meşeke li dar bixin. Em hemû gelê xwe yê Botanê vedixwînin meşa ku em ê li dar bixin. Em ê seat 14:00’an de meşa xwe li dar bixin. Em hêvî dikin ku tecrîtazindanan bi dawî bibe.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû