Navenda Jineolojî: Nagîhan Akarsel ji bo azadiya jinê her di nav lêgerînê de bû

  • 14:20 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Endam û nûnertiyên Navenda Lêkolînê ya Jineolojîyê ya herêma Efrînê di daxuyaniya ji bo Nagîhan Akarsel de banga piştevaniyê û serhildanê kir. 
 
Duh li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê endama Akadimiya Jineolojiyê û endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Li dijî hedefgirtina Nagîhan Akarsel jin rabûn ser piyan û helwestên xwe nîşan dan. Endam û nûnertiyên Navenda Lêkolînê ya Jineolojîyê ya herêma Efrînê daxuyanî dan û hedefgirtina Nagîhan Akarsel şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Lêkolînê ya Jineolojî li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê bi beşdarbûna jinên ku cih di saziyan de girtine hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî Zahîde Memo ve hate xwendin.
 
'Kedek mezin a Nagîhan Akarsel heye'
 
Zahîde di destpêka daxuyaniyê de wiha got: "Endama akademiya me ya jineolojiyê û endama desteya weşanê ya kovara jineolojiyê Nagîhan Akarsel duh li Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Em vê cinayeta siyasî ya hêzên faşist û hegemonik di tevahiya cihanê de li hemberî jinên berxwedêr pêk tînin, bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku bersûcên vê cînayeta ku berdewamiya cînayetên hovane yên berê li hemberî Yasîn Bulut û Mehmet Zekî Çelebî, Suhel Xurşîd hatin pêkanîn kêliyekê zûtir bibînin. Ger ev cinayet neyên zelalkirin, dê hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê di bin vê pêla şoreşa jin a bilind dibe de bimîne. Nagîhanê di Têkoşîna Azadiya Jinê de demdirêj ked daye, di xebatên tevgera ciwanên zankoyê, çapemenî û xebatên jineolojiyê de bi fedakariyên mezin pêşengî kiriye û ji ber vê bi salan di girtîgehê de li ber xwe daye."
 
'Nagîhan ji bo îsbatkirina azadiya jinê tev digeriya'
 
Di nava daxuyaniyê de Zahîde ev tişt anî ziman û got: "Di salên herî zehmet ên şoreşa jinê ya Rojava de li hemû Rojava, taybet li Efrînê bi kedeke bêsînor, bi wêrekî û biryardariyek mezin, bi jineolojiyê ji bo girtina şoreşê ya rengê jin û ronakbîriya jin bûye xwedî ked û hewldanên gelek mezin. Dest li dilên jinên Şengalê yên wehşeta DAÎŞ’ê bi awayê herî giran jiyane daye, ji bo ronakkirina sosyoloji û dîroka wan li vê deverê xebatên lêkolînan ên li ser qadê daye meşandin. Endama me ya Akademiya Jineolojîyê Nagîhan Akarsel bi jinên Başûrê Kurdistanê re li Silêmaniyê xebatên Pirtûkxaneya berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê bi rê ve dibir. Bi jinên Başûrê Kurdistanê yên encamên herî giran ên polîtîkayên faşîzmê û netew dewletê jiyaye re, di dema bi jineolojiye pêşengiya afirandina rewşenbîriya jin bi coş, biryar û îdeayek mezin ve dikir de ji aliyê hişmendiya hêzên dagirker ên reş û tarî ve bi awayekî hovane hat qetilkirin."
 
'Li dijî qetilkirina jinan rabin ser piyan'
 
Zahîde wiha dawî li gotina xwe anî: "Nagîhan Akarsel, li hember Faşîzma ku Jîna Aminî bi hovane qetil kir û ji bo afirandina zîhnî û zanistî ya pêla şoreşa jin ku  bi drûşma Jin-Jiyan-Azadî li cîhanê tê bilindkirin, bi salan ked da û em ê Nagîhan Akarsel bi bilindkirina Şoreşa Jin a Kurdistanê bidin jiyîn. Em didin diyarkirin ku, em ê ji rika tarîbûna zîhnî ya faşîzmê û mêrîtiyê, xebatên bi jineolojiyê û bi afirandina ronakbiriya jinê tola Nagîhan hilgirin û em bang dikin ku hemû jinên şoreşger, demokrat, jinên azadîxwaz, akademisyon û mirovên zanyar vê sûîkasta siyasî şermezar bikin û bi dirûşma Jin-Jin-Azadî têkoşîna li dijî dagirkerî, kedxwarî, mêtîngerî û tarîbûna hişmendî ya faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em di kesayeta Şehnaz îbrahim û Kafiye Silêman de bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo zelalkirina vê cînayeta siyasî zextê li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin, li hemberî vê cînayeta hovane li derdora drûşma Jin-Jiyan-Azadî bi çalakiyên pêla şoreşê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî pêşxistin re çalakiyan bikin yek û pêşengiyê jê re bikin."