Jinên Kobanê li dijî êrişên li ser jinan herikîn qadan

  • 13:35 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi dirûşma “Bi pêşengtiya jinan, em ê zihniyeta desthilatdar têk bibin” meşek li dar xistin.
 
Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê, li dijî hedefgirtina jinên pêşeng herikîn qadan. Di meşê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê, ala Rêxistina Kongereya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk û pankartên bi nivîsa “Jin jiyana azadî”, “Bi zanista jinê em ê îxanetkaran têk bibin” , “Jin sembola serkeftinê ye” hatibûn hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Jin û yên Rêvberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Meşê ji Qada Şehîd Egîd bi berzkirina dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bimre Îxanet” dest pê kir û ber bi Qada Jina Azad ve rawestiya. Meşê bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê hate girtin û paşê li ser Navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê Hebûn Mihemed axaftin kir. 
 
'Jin wê têkoşîna xwe xurt bike'
 
Hebûnê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku her çiqas zihniyeta desthilatdar xwe li ser têkoşîna jinê bide ferzkirin ewqas jin bi ser dikevin û got: “Em hemû dizanin jin bi berxwedana xwe li dijî hemû rê û rêbazên qetilkirin, têkbirin, îşekenceyê ne. Jinan bi hêza xwe, fikir, zanist û vîna xwe serî li ber van hewledanên îşkence, zext û zordestiyê netewandine. Ji ber vê jî em dibêjin tu hêz û tu dewlet nikarin li ser kesayeta jinê xwe bide ferzkirin. Jin dê li hemberî wan tiştan tolhildanê li ber çavên xwe de, her wiha wê tekoşîna xwe xurt bike.”
 
Meş bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”,“Şehîd Namirin” û “Bimire Îxanet” bi dawî bû.