Serhildana piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî her ku diçe mezin dibe

  • 11:30 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî qetilkirin û tundûtujiyê jî Komara Îslamî ya Îranê nikare serî li serhildêran. Xwepêşandan û çalakiyên li seranserê cîhanê di bin pêşengtiya jinên Krud û Îranê de berfirehtir dibe.
 
Xwepêşandan û çalakiyên li dijî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Emînî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 19’emîn de jî berdewam kir. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwendevanên jin yên zanîngehan xwepêşandan li darxistin û di nava dibistanan de dest bi grevê kirin. Xwendevanên jin li beramberî rejîmê û binpêkirina mafê azadiyê bi berzkirina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bê laçik daketin kolanan.
 
Şeva borî li piranî bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarên Sine, Kirmanşan, Îlam û Urmiye her wiha li bajarên weke Dîwandere, Seqîz, Merîwan, Mihabad û Dêwlan xwepêşandan û çalakî berdewam bûn. Li gel têkoşîn û berxwedana gel, li gelek bajaran hêzên rejîma Îranê bi tundûtujiyê  bi ser xwepêşanderan de çûn.
 
Heman demê de li seranserê Îranê jî xwendevanên jin û law li gel  zanîngehan xwepêşandan û çalakiyên xwe domandin.
 
Li bajarên mezin yên weke Tehran, Şîraz, Meşhed, Esfehan, Reşîd, Tewrêz, Zencan û Yezîd heman dîmen xuya dikir û xwepêşandan û çalakî bê navber berdewam bûn.
 
Li Sistan û Belucistanê jî bi taybet li bajarên Zahîdan ku di Îna borî de bi komkujiyekê 30 kes hatibûn qetilkirin, hîna rewş ne asayî ye û hêzekê mezin a ewlehiyê li wir hatiye belavkirin.
 
Li gorî bilançoya duh a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha 143 kes hatine qetilkirin ku herî kêm 9 kes jê temenê wan di bin 18 salî de ne.