Kesên li Stenbolê hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 11:20 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
STENBOL - Di çalakiya protestokirina qetilkirina Nagihan Akarsel a li Kadikoyê de 34 kes hatibûn binçavkirin. Hemû binçavkirî piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel duh li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Bi mebesta protestokirina qetilkirina Akarsel, duh li Kadikoy a Stenbolê çalakî hat lidarxistin û polîsan êrişî çalakvanan kir. Di encama êrişê de Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelek partiyên siyasî jî di nav de, bi giştî 34 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. 
 
Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, her 34 binçavkirî jî hatin berdan. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiaya “muxalefeta li dijî Qanûna bi Hejmar 2911 a Xwepêşandan û Meşan” hatin sûcdarkirin û di dema binçavkirinê de jî pirsên weke “Tu çima tev li çalakiyê bûy?”, “Ji bo tevlibûnê kê ferman da?” û “Tu bi daxwaza xwe tev li bûy an na?” ji binçavkiriyan hatin kirin. 
 
Parêzeran da zanîn ku derheqê zext û nêzikatiya xerab a li dijî binçavkiriyan de rapor wergirtine û dê giliyê polîsan bikin. s