Wê Komploya 9'ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê şermezarkirin

  • 11:14 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
AGIRÎ - Bi munasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wê li Bazîdê û li Wanê bi dirûşma "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" meş bê lidarxistin. HDP'ê banga tevlîbûna meşê kir. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê dê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Bazîd a Agiriyê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşeke girseyî li dar bixin.
 
‘Tecrîdê gelek tişt bi gelên Tirkiyeyê dan windakirin. ’ 
 
Têkildarî mijarê Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar axivî û wiha got: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîdê gelek tişt bi gelên Tirkiyeyê dan windakirin. Tecrîd, di tu hiqûqan de nîne û sûc e. Tecrîd, bi awayekî derhiqûqî tê kirin. Em ê li dijî tecrîd, binpêkirinên li girtîgehan û mirinên li girtîgehan bi dengekî bilind berteka xwe nîşan bidin.” 
 
Banga tevlîbûna meşê 
 
Cemal, diyar kir ku meş dê di 9’ê cotmehê roja yekşemê saet di 13.00’an de bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç bê lidarxistin û wiha bang li gel kir: “Em ê li dijî komplo, tecrîd, pergala îşkenceyê ya li girtîgehan û girtiyên nexweş bimeşin û banga me li her kesî ew e ku tev li meşê bibin.” 
 
Wan
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina DBP'ê ya Wanê, Rêxistina HDP'ê ya Wanê, jî wê bi munasebeta 24'emîn salvegera komploya navneteweyî di 9'ê Cotmehê de bi dirûşma "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" meşê li dar bixe. Têkildarî mijarê li ber Rêxistina DBP'ê ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê DBP'ê Hamdullah Tunç ve hat xwendin.  Di daxuyaniyê de Hamdullah bal kişand ser girîngiya meşê û komploya navnteweyî û ji bo meşê bang hat kirin.