Jinan li Kobanê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî dan

  • 10:58 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê, di derbarê hedefgirtina Edîtora Kovara Jineolojî û endama Navenda Lêkolînên Jineolojî, aktivîst û aktivîst Nagîhan Akarsel de daxuyanî da.
 
Edîtora Kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo lêkolînkirinê birin Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê. Nagîhanê karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiribû. Heta niha mohra xwe danî binê gelek karên lêkolînê yên derbarê jinan a li Kurdistanê û derveyî welat. Çend sal bû li Silêmaniyeyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî. Li gorî agahiyan Nagîhan di heman demê de beşdarî projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê jî bû. 
 
Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê, di derbarê hedefgirtina Edîtora Kovara Jineolojî, akademîsyen, Nagîhan Akarsel de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" hatibû hildan. Tevahî sazî û dezgehên Jinan ên Rêveberiya Xweser beşdarî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê Cûrî Temî ve bi zimanê Kurdî hate xwedin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Merheleya ku em tê re derbas dibin merheleya têkoşîna jinan e. Bi pêşengiya jinên kurd bi felsefeya Rêber Apo serhildana jinan derketiye asta cîhanê. Jin bi dirûşmên jin jiyan azadî berê xwe dane qadan û li hember faşîzîm, daqirkerî, qirkirin û çanda tecawizê serî rakirin. Bi pêşengiya jinên kurd faşîzîm wê hilweşe. Hêzên dagirker û qirker ku têkçûyîna xwe di azadîya jinan de dibîne her roj êrişî ser jinên berxwedêr dike û bi girtin, îşkence û qetilkirinê dixwaze vîn û hêza jinên kurd ên tekoşer û berxwedêr bişkîne. Li ser vê bingehê li her  çar parçeyê Kurdistanê dagirkeran berê xwe dane qetilkirina jinên têkoşer. Li ser vê di 4'ê Meha Cotmehê de ji aliyê hêzên qirker endama akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Suleymaniyê hatiye qetilkirin. Ev cinayetek siyasî  û polîtîk e. Em wek Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê di kesayeta rêheval Nagîhan de tevahî şehîdên têkoşerên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
 
Em bangî tevahî jinên Tekoşer, Rewşenbîr, Demokrat, Zanyar û lêgerînvanên azadîyê dikin ku dakevin  qadan bibin dengê Nagîhan.
Her wiha hêzên dagirker û qirker şermezar dikin. Em weke Endamên Akedemiya Jineolojîyê soz didin ku em ê têkoşîna rêhevala xwe Nagîhan berdewam bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin, tevahî jinan bi zanista Jineolojîyê ronî bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bimre îxanet", "Bimre dagirkerî"  û "Nagîhan nemir e" bi dawî bû.