Kesekî êriş bir ser avahiya HDP'ê ya Kanîreşê

  • 10:43 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÇEWLÎK - Mêrê bi navê Tanju Bingol ê di Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî de memûr e û ku tê îdakirin berê di nava Jîtemê de cih digirt êriş bir ser avahiya HDP’ê ya Kanîreşê.
 
Do bi şev di saetên derdora 02.00'yan de mêrê bi navê Tanju Bingol ê di Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî de memûr e êriş bir ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Di heman demjimêrê de emniyeta polîsan a Kanîreşê telefonî hevserokê HDP’ê yê navçeyê kir û derbarê êrişê de vexwend emniyetê. Di saetên serê sibehê de hevserokê navçeyê çû emniyetê û ji êrişê haydar bûn.
 
Li gorî agahiya emniyetê daye hevserokê HDP’ê yê navçeyê, kesekî bi tenê êriş biriye ser avahiyê û ew kes hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên me ji derdorê girtine ev kes berê endamê Jîtemê bûye. Li gel wê jî di nav avahiya HDP’ê de guleyên hatine reşandin, hatin dîtin.