'Di kesayeta têkoşer Arîn Mîrkan de em cangoriyan bi bîr tînin'

  • 10:20 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Firatê Rodîn Yosef têkildarî Mîhrîcana Arîn Mîrkan a dê bi dirûşma "Arîn bisk û zilfên aştiyê ye" li Kobanê bê lidarxistin wiha got:"Em ê di mîhrîcanê de di kesayeta têkoşera azadiyê Arîn Mîrkan de hemû cangoriyên Kobanê bi bîr bînin. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Arîn bisk û zilfên aştiyê ye" bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Kantona Kobanê bi alîkariya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê ya Demokratîk, salane di dîroka 5'ê Cotmehê de di salvegera şehadeta Arîn Mîrkan mîhrîcana Arîn Mîrkan dest pê dike. Li ser navê Arîn Mîrkan mîhrîcaneke şanoyî tê lidarxistin. Mîhrîcan li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê tê birêxsitinkirin. Wê di bernameya mîhrîcanê de di destpêkê de Dara Jînê, di heftê mehê de Lêpirsînên Dawî û di dehê mehê de jî Siwarên Çûkan bên pêşkêşkirin. Derbarê mîhrîcan û amedakariyên wê de Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Firatê Rodîn Yosef axivî. 
 
Amedekariyên mîhrîcanê
 
Rodînê di destpêka axaftina xwe de bal bir ser amedekariyên mîhrîcanê yên ku şeş mehan dane destpêkirin û wiha got: "Ev şeş meh in me dest bi amedekariyê mîhrîcanê kiriye, jixwe îro roja vekirina mîhrîcanê ye. Mîhrîcanê wê 10 rojan dewam bike, ji 14’ê mehê wê dest pê bike û heta 5’ê meha dehan jî bi dawî bibe. 11 kom wê beşdarî mîhrîcanê bibin, jixwe mîhrîcan li Herêma Firatê ye, lê kesên beşdar bibin wê ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin. Reqa, Tebqa, Efrîn, Qamişlo, Kobanê û Cizîrê wê başdarî vê mîhrîcanê bibin. Jixwe mîhrîcan dema hate destpêkirin rengekî nû jê re hate xêzkirin, ne weke sala derbas bûyî ye. Belkî sala çûyî hinekî kêmasî û derfetên kêm hebûn, lê vê salê komîte hatin avakirin, yek ji wê komîteyê 'Komîteya xwendina Sînariyo ye'. Dema mîhrîcan hate ragihandin berî şeş mehan bû, ji bo ew kesên ku bixwazin tevlî mîhrîcanê bibin û rola xwe tê de bileyizin xwe amade kirin. Her wiha derhênerên herî zîrek û dagirtî hatin hilbijartin."
 
'Berxwedan, têkoşîn û qehremantî tê de tên pêşkêşkirin'
 
Rodînê di nava behsên xwe de da zanîn ku hemû senaryoyên ku li ser xebitîne girêdayî êş û azarên ku civakê ne û wiha lê zêde kir: "Di şanoyên me de hemû hewldanên me li ser ew êş û zehmetiyên ku gel tê de jiyaye, her wiha li kêleka wê jî çawa jin xwe îfade dike û li berxwe dide li hemberî astengî û zehmetiyan, çi ji aliyê koçberî, komkojî û hwd. Desteya Çandê û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê ya Demokratîk a Kobanê bi vê pirojeyê rabû. Mîhrîcana me salane ye. Di dîroka şehadeta têkoşer Arîn Mîrkan de ev mîhrîcan dest pê dike. Ev mîhrîcan wê salane bê lidarxistin, hema di hundirê şanoyên me de gelek wateyên windayî têne dîtin. Berxwedan, têkoşîn û qehremantî tê de tê pêşkêşkirin."
 
'Mîhrîcanê cihê xwe di nava gel de girt'
 
Rodînê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku rewşa Kantona Kobanê û gelê wê ku tê re derbas bûye rewşa koçberî û pilanê penaberiyê bû û wiha pê de çû: "Her kesî rewşa Kobanê dît çawa bû, gelê Kobanê di nava koçberiyê de berxwedan da meşandin. Her wiha di hemû aliyên jiyanê de di hemû aliyan de bi seknek mezin û bi hêz têkoşîn kir. Di heman demê de ev civak ji êşeke mezin re derbas bû. Gel di heman rewşê de ked da û bê navber xebat da meşandin. Ji ber vê yekê em dibêjin şano eynika civakê ye. Êş, şahî, kêfxweşiya civakê bi riya şanoyê derdikeve pêş û li tevahî cîhanê belav dibe. Gel di sala derbasbûyî de bi coşek mezin beşdarî mîhrîcanê bû. Niha jî gel êdî bi kelecan li hêviya lidarxistina dîroka mîhrîcanê dimîne. Êdî mîhrîcanê cihê xwe di nava gel de girt, coşek û hezkirinek jê re hate çêkirin."
 
'Di kesayeta têkoşer Arîn Mîrkan de em cangoriyan bi bîr tînin'
 
Rodînê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku êdî ew ê di demên pêş de ew ê mîhrîcan û çalakiyên xwe bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sînor nehêlin û wiha bi dawî kir:"Ji ber ku mîhrîcana me li ser berxwedan û qehremantiya jinê ye, me navê mîhrîcana xwe li ser navê Şehîd Arîn Mîrkan li dar xist. Di kesayeta leheng Arîn Mîrkan de em hemû cangoriyên li Kobanê bi bîr tînin. Ji ber vê me dixwest em mîhrîcanek bi vî rengî li dar bixin, jixwe rewşa ku Herêma me tê re derbas dibe tevî êrîş û hovîtiya dijmin a li ser gel jî em li berxwe didin. Dîsa em mîhrîcanan amede dikin û ji bo xizmata gel heya dawiyê jî em ê hewl bidin serkeftin a gel be."