‘Guleya berdan Nagîhanê berdan fikra azadiya jinên Kurd’

  • 09:18 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedar der barê qetilirina endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî û edîtora Kovara Jîneolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel de axivîn û diyarkirin ku guleya berdane Nagîhanê berdane fikra azadiya jinên Kurd.
 
 Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin. Nagîhan ku bi salan bû  rojnamegerî û nivîskarî dikir, li Silêmaniyê di çarçoveya projeya avakirina Akademiya Jîneolojî û her wiha avakirina Pirtûkxana Jinan a Kurdistanê de xebat dimeşand.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca der barê qetilkirina Nagîhanê de bertek nîşan dan.
 
‘Em ê dest ji îdiaya azadkirina civakê bernedin’
 
Ayşeyê da zanîn ku Nagîhanê bi salan jiyana xwe da ser têkoşîna jinan û çapemeniya azad û ji ber zextên li Tirkiyeyê jiyana xwe li Silêmaniyê didomand. Ayşeyê wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de tu car dest ji têkoşînê berneda. Li ser Jîneolojiyê ku yekîneyek jinê bû û dîrok ji nû ve bi perspektîfa jinê ava dike, xebat meşand û edîtoriya jîneolojiyê kir.  Em baş dizanin ku ev qetilkirin ne qetilkirinek ji rêzê ye. Li Tirkiye û her çar aliyê Kurdistanê jin ji bo azadiya xwe ji bo pêşerojek azad, ji bo pergalek demokratîk têdikoşin û serî hildidin. Çalakiyên li Îranê didomin encama vê serhildanê û bertekên li dijî polîtîkayên li hember jinan tên meşandinê ye. Jin îfade dikin ku îdiaya wan ya azadkirina civakê heye, xwedî li îrada xwe derdikevin û dest ji vê îdiayê bernadin.”
 
‘Wê hesab bidin jinan’
 
Ayşeyê her wiha balkişand ser Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê ji aliyê polîsên ahlaqê ve hatiye qetikirin û got jinên ji bo Jîna Mahsa li ber xwe didin ji aliyê hêzên rejîma îranê ve hedef tên girtin û wiha dawî lê anî: “Jin ji aliyên rejîmên faşîst ve bûn hedef. Hevala me ya Nagîhand jî bû hedefa pergala serdest a mêr, faşîst û netewperest. Di esasê de peyama ‘dest ji têkoşînê berdin, li ber xwe nedin, di sînorên me de bimînin’ didin hemû jinan. Divê hemû jinên cîhanê bizanibin ku hinceta qetilkirina Jîna Amînî û Nagîhanê heman e. Peyama desthilatdarî didin me zelal e. Divê li dijî vê bersiva me jî ev be ku em dest ji têkoşînê bernedin, Têkoşînê mezn bikin û jiyana ku hevala me Nagîhanê xeyal dikir, em ava bikin. Em vê carek din dubare dikin ku em ê xeyala wê pêk bînin. Wê teqez û teqez rejîm hesabên qetilkirina jinan bidin. Wê li ber gelan û dîrokê hesab bidin. Jin wê dirûşmeyên  Jin Jiyan Azadî qet qût terk nekin.”
 
‘Gule li fikra azadiyê ya jinên Kurd xistine’
 
Feleknas Uca jî diyar kir ku îro dîsa têkoşîna jinan û fikra jinan ji ser Nagîhanê ve hedef hatiye girtin û di heman demê de bi qetilkirina Nagîhanê re fikra jina azad hedef hatiye girtin. Feleknasê wiha destnîşan kir: “Nagîhanê ji bo têkoşîna jinan kedek mezin da. Li Silêmaniyê di demên dawî de suîkast pêk tên. Di encama konsepta şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê de ev qetilkirin pêk tên. Wek têkoşîna hevala Nagîhan qetilkirina wê jî bû sedema qîrina jinan. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ tenê wek dirûşmeya jinan nema. Bû nûneriya fikriyeta têkoşîna jinên Kurd. Piştî Jîna Mahsa hat qetilkirin şûnde berxwedana hatiye destpêkirin divê ji bo hevala Nagîhan jî bidome. Qetilkirina jinên Kurd divê li hemû cîhanê bibe sedema serhildanê. Ez ji bo malbata hevala Nagîhan, hevalên wê û gelê Kurd sersaxiyê dixwazim. Guleyên li Nagîhanê hatine reşandin li fikra azadiya jinên Kurd hatine rewşandin. Em ê li dijî vê têkoşîna Nagîhanê hîn bêtir mezin bikin.”