CPT: Li Kurdistanê jinên li dijî zilmê radibin tên kuştin

  • 19:07 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ragihand li Herêma Kurdistanê aktivîstên jin ji ber li dijî zilm û şidetê radibin, rûbirûyê ziyan, êşkence û kuştinê dibin.
 
CPT’yê di daxuyaniyek de ragihand KU rojane jin ji ber çalakî û xweparastinê rûbirûyê tacîz, gef û kuştinê tên. CPT got: “Ev gefên li ser jinan zêde bûne, di demên dawî de gelek jinên çalakvan li ser torên civakî ji ber piştgiriya xwe ji tevgera azadî ya jinên Îranê re nîşan dane, rastî gefan tên.”
 
Her wiha CPT’yê diyarkir ku aktivîstên jin ji ber cesareta xwe ya li dijî zilmê li başûrê Kurdistanê rûbirûyê ziyan, êş û kuştinê tên.
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Wek CPT em li dijî tacîz, gef û şideta li ser jinê ne. Jin li Herêma Kurdistanê divê ji ber jêhatin û azadîxwaziyê di nava tirsê de nejîn.”
 
Hêjayî bibîrxistinê ye îro di saetên sibehê de Endama Akademiya Jineolojî û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de hat qetilkirin.