TJA'yê ji bo Nagihan banga 'berfirehkirina têkoşîna azadiyê' kir

  • 16:56 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - TJA’yê têkildarî qetilkirina Nagihan Akarsel daxuyaniyek da û got, “Em weke TJA’yê bang li hemû tevgerên jinan dikin ku li hemberî êrîşên li ser jinên Kurd ku pêş dikevin, bibin yek û têkoşîna azadiyê berfireh bikin. Hevala me Nagîhan nemir e.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Nagihan Akarsel daxuyaniyek da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê bê zanîn ku ew  bi hêrs in û destnîşan kir ku hevala wan Nagîhan bi salan li ser kevneşopiya çapemeniya azad li Bakurê Kurdistanê xebitî û pêşengiya têkoşîna azadiya jinên Kurd kir û ev tişt got, " Tevahiya jiyana xwe da gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê. Hevala me di encama zilma faşîst de li Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadiyê domand. Guleya ku bi hîle û hovane ya li hevala me ya ku yek ji jinên pêşeng ên têkoşîna jinên Kurd e ket, êrîşeke li dijî hemû gelê Kurd bi taybet jinên Kurd û gelên cîhanê yên ji bo azadiyê têdikoşin e."
 
Berdewamiya daxuyaniya TJA'yê wiha ye: "Hûn ê nikaribin jinên ku jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kirine, yên weke Sakine, Fatma, Pakize, Sevê, Hevrîn û Nagihan ên ku pêşengiya têkoşîna jinên Kurd kirine, bi kuştinê biqdînin. Em ê kêliyek jî ji têkoşîna azadiya jinê dûr nekevin û pênûsa Nagihan li erdê nehêlin. Ji bo bîrdoziya jinê em ê Jineolojiyê weke xweparastina zanistî ya jinan li hemû cîhanê berfireh bikin. Desthilatdariya mêr Em Weke TJA  bang li hemû tevgerên jinan dikin ku li hemberî êrîşên li dijî jinên Kurd têkoşîna azadiyê bilind bikin. Hevala me Nagîhan nemir e."