Li Şirnexê qetîlkirina Nagihan Akarsel hat protestokirin

  • 16:30 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê qetîlkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, bi daxuyaniyekê protesto kir.
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnameger û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê hat qetilkirin. Bertekên li dijî qetîlkirina Nagihan her diçe zêdetir dibin. Li Şirnexê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li navçeya Silopiyayê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Silopiyayê pêk hat dayîn. Tevgera Jinên Azad(TJA), Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirnexê, Endamên Meclisa Şaredariya HDP’ê Silopiyayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên navend û navçeyên Şirnexê yên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Jinan dovîzên “Kuştina jinan polîtîk e”, “Nagihan Akarsel nemir e”, “Jin jiyan azadî”, “Pênûsa jinan êdî serhildanê dinivise” û “Jin bi têkoşîna xwe pergalê hildiwêşînin” rakirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag ve hate xwendin. Sabuha destnîşsn kir ku ew ê ji kujerên Nagihanê hesab bipitsin û wiha axivî: “Îro li Silêmaniyê di encama êrîşa çekdarî de Rojnameger Negîhan Akarsel û Edîtora Navenda Lêkolînên Jineolojî jiyana xwe ji dest da. Nagihan jineke ku jiyana xwe ji rojnamevanî û nûçegihaniya jinê ya li çapemeniya azad re veqetand, tevî her şêwe zilm û zordariyê jî dest ji nivîsandina rastiyan berneda û bi sekna xwe îlham da her kesî. Tevî ku zanîbû jinbûn, rojnamevanî û li vî welatî mûxalîfbûn kirasekî ji agir bû jî kêliyekê jî ji têkoşîna xwe venegeriya. Hevala me Nagihan Akarsel ku bi salan e li Silêmanîyê dima bi xebatên xwe yên Jineolojiyê re bûye dengê jinan. Bi gotina 'cîhaneke nû pêkan e', bi baweriya xwe ya bi têkoşîna azadiya jinê re bû dengê jinan û têkoşîna wê li cîhanê deng veda. Guleyên li Nagihan hatin reşandin li têkoşîna me ya azadiya jinê hatine reşandin.”
 
‘Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin’
 
Sabuha di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha got: “Weke li Îranê, di sedsala 21'an de jî em bi serhildanên  xwe yên jinê re li çar aliyê cîhanê bi rejîmên yek hişmendî, zayendîperest ên bi serdestiya mêr re rû bi rû ne. Em ê vê sedsalê bikin sedsala jinê. Em ê pergala demokratîk a ku azadiya jinê lê serdest e bi pêşengiya jinê teqez ava bikin. Soza me ji Nagihan re wê bilindkirina têkoşîna me be. Em ê ti carî pênûsa te li erdê nehêlin û  dengê te û xeyalên te nîvco nehêlin. Me pênûsa Nagihan ji cihê ku lê hiştiye girtiye, Em soz didin ku em ê dengê we bi awayekî herî xurt ji her cihê ku em lê ne re ragihînin. Em ê dirûşma xwe ya "Jin Jiyan Azadî" bi rengê herî xurt bilind bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşim û çepikan bi dawî bû.