Nobeda Edaletê ya Îzmîrê di meha çaran de ye

  • 15:26 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine betalkirin bên berdan Nobeda Edaletê li Îzmîrê didomînin gotin:"Li dijî şerê li her derê tên meşandin, em li gel dayikan e. "
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo giriyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan hatibû destpêkirin îro di roja 120'î de li ber Baroya Îzmîrê dewam kir. Xizmên girtiyan bi berdilkên bi nivîsên "Ji bo girtiyên nexweş azadî" beşdarî çalakiyê bûn. Rêxistina HDP'ê ya Çigli piştgirî da çalakiyê. 
 
'Tu sûcê zarokên me tune ye'
 
Hevseroka HDP'ê ya Çigli Emine Tufan da zanîn ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û got:"Em naxwazin di qutuyan de cenazeyên zarokên xwe bigirin. Ev çend meh in dayik li derve ne. Kes deng dernaxe kes pirs nake. Her kesî çav û guhê xwe gitiye. Bila pirs bikin ka dayik çima li vir rûniştine. Bila girtiyên cezayên wan qediyane berdin. Zarokên me belasebe di girtîgehan de tên girtin. Tu sûcê wan tune ye."
 
'Li dijî şerê li her derê tên meşandin, em li gel dayikan e'
 
Hevserokê HDP'ê yê Çigli Huseyin Aktaş da zanîn ew li gel xizmên girtiyan e û got:"Li dijî şerê li her derê tên meşandin, em li gel dayikan e."