Girtiyên li Girtigeha Eregliyê dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 14:43 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê tên girtin dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a bidorveger kirin. 
 
Îbrahîm Sutçu yê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê de tê ragirtin di hevdîtina malbata xwe de binpêkirinên mafan vegot û anî ziman ku ew li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a bidorveger kirine. Îbrahîm got ku ji ber wan “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye mehekê hevdîtina vekirî û mehek jî ragihandin lê hatiye qedexekirin. Îbrahîm diyar kir ku ew ji 23’ê tebaxê heya niha di qawişan de têne ragirtin û destnîşan kir ku ji Girtîgeha Elbîstan a Mereşê 6 girtiyên din jî anîne wir û wiha got: “Em 24 kes di qawişên cuda cuda de tên ragirtin. Em dema derdikevin hewadariyê jî hevdû nabînin. Li cem qawişan girtiyên edlî yên giran hene û me aciz dikin.”
 
Îbrahîm diyar kir ku 24 girtî ji bo şermezarkirina binpêkirina mafan, greva birçîbûnê ya 3 rojan a bidorveger dane destpêkirin û anî ziman ku daxwaza wan ew e ku bi hevalên xwe re bimînin û dawî li muameleya xirab were. 
 
Îbrahîm herî dawî bang li rêxistinên mafên mirovan û parlementeran kir ku bên serdana girtîgehê.