Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir
- 10:43 4 Cotmeh 2022
- Rojane
MÊRSÎN - Li navçeya Tarsûsê mînîbûsa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza da û bi vê yekê re kesekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li TIR’ê da. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Mînîbûsa bi pîleqeya 72 AAD 133 ku karkerên ku ji bo komkirina hinaran bixebitin tê de bûn, li herêma Gulekê ya rêya Bêjahiya Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) li TIR’a bi pîleqeya 31 YF 020 ku di heman alî de diçû da. Li ser îxbara welatiyên ku qeza dîtin de tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê tespît kirin ku kesekî di mînîbusê de jiyana xwe ji dest daye û 5 karkerên birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê.