CPT wê rapora xwe ya Îmraliyê piştî 6 mehan aşkera bike

  • 10:38 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Seroka şandeya CPT’yê ya çû serdana Îmraliyê Therese Rytter diyar kir ku niha nikare derheqê rewşa Abdullah Ocalan de agahî bide û da zanîn ku dê rapora xwe 6 meh piştre ji Tirkiyeyê re bişînin. 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Miameleya Dermirovî yan jî Biçûkxistinê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE), têkildarî hevdîtina xwe ya di navbera 20-29’ê îlonê ya li Tirkiyeyê de daxuyanî da. Yek ji saziyên ku CPT çûye serdana wê jî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bû. CPT’yê da zanîn ku bi mebesta lêkolînkirina şert û mercên girtîbûnê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş çûne Îmraliyê û destnîşan kir ku girîngiyeke taybet didin çalakiyên civakî yên li Îmraliyê tên pêşkeşkirin û şêweyê pêwendiyên bi derve. 
 
Şandeya CPT’yê ji bo bi cih anîna sepanan û pêşniyarên derheqê Girtîgeha Îmraliyê de bi Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Midûrê Giştî yê Girtîgehan Enîs Yavuz Yildirim û gelek rayedarên payebilind ên wezareta dadê û wezareta karên derve re hevdîtin din kiriye. 
 
Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand seroka şandeya CPT’yê ya çûyî Îmraliyê û 2’yemîn Cîgira Serok a CPT’yê Therese Rytter. Therese, da zanîn ku dê raporê di meha adarê ya sala 2023’yan de erê bikin û ji Tirkiyeyê re bişînin. Bi domdarî Therese ev tişt anî ziman: “Wê demê jî ji bo ku Tirkiye bersivê bide, 6 meh dem jê re mihlet tê dayîn. Wê demê jî dê CPT biryarê bide bê ka dixwaze rapora xwe parve bike yan na. Em xwedî wê derfetê ne ku xwe bigihînin hemû kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin.” 
 
Têkildarî pirsa me ya derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Therese ev bersiv da: “Ez dikarim bibêjim em çûne serdana girtiyên li Tirkiyeyê lê nikarim nûveyan parve bikim. Heke rapor bi raya giştî re hat parvekirin, wê demê ev yek dê bên ragihandin.” 
  
CPT, herî dawî di sala 2019’an de çûbû serdana Îmraliyê. Me jî bi bîra Rytter xist ku rapora wê serdanê hêj nehatiye parvekirin. Li ser vê yekê Rytter ev tişt anî ziman: “Biryara parvekirina raporeke CPT’yê (û bersiva dewletê) ne em lê dewleta endam dide. Divê mirov pirsa vê ji hikûmeta tirk bike. Heta niha gelek dewletan li gel bersiva xwe, her wiha rapora CPT’yê jî parve kiriye. Heke dewleteke hevkariyê neke û nexwaze di çarçoveya CPT’yê de rewşa heyî baştir bike, wê demê komîte dibe ku biryara daxuyaniyê bide.”