Li dijî îşkence û zilma 7 salan serî rakir

  • 09:06 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
MÊRDÎN  -  G.T. 7 salan bi îşkenceya Mahmut T re rûbirû ma. G. doza hevberdanê vekir û xwest 3 zarokên xwe bigire cem xwe. G. ligel têkoşîna xwe ya li dijî îşkence û zilmê banga alîkariyê li sazî û dezgehên jinan kir. 
 
G.T. a 26 salî li Mêrdînê dijî, dayika 3 zarokan e. 7 salên G. bi lêdan, îşkence û gefên kuştinê re derbas bûye. G.T. a ku bi îşkenceya Mahmût T. re rûbirû mayê doza hevberdanê kir. G. hem dixwaze zarokên xwe bigire cem xwe û hem jî dixwaze ji îşkenceyê rizgar bibe. Derbarê serpêhatiyên xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
'Salek şûnde tundî dest pê kir'
 
G., bi daxaza malbatê di 18 saliya xwe de hatiye zewicandin û wiha behsa jiyana xwe kir: "Piştî salek şûnde zarokekê min çêbû û hevjînê min wê demê çû leşkeriyê. Di pey de derket derveyî welat dest bi kar kir. Paşê gelek guherî û dûre şîdeta fîzîkî dest pê kir. Her roj min lêdan dixwar. 6 mehan li derveyî welat dima û dema dihat malê jî li min dixist. 7 salên min bi lêdanê derbas bû. Min li ber çawên zarokên xwe lêdan xwar. Porê min dkişand, gelek caran ji ber lêdanê ji poz û devê min xwîn dihat. Her wiha ligel tundiyê jî her carî tecawizê min dikir. Ev tişt ji bo min gelek bi êş bû."
 
'6 meh in min zarokên xwe nedîtiye' 
 
G., a ku niha li cem malbata xwe dimîne 6 meh in zarokên xwe nabîne û got: "Li dijî zilm û îşkenceyê min berê xwe da malbata xwe. Ev salek û nîvê ez li cem malbata xwe dimînim. Lê belê tehdîtên kuştinê her tim dom kir. Ligel her cureyên îşkenceyê jî her digot 'An tuyî xwe bikujî an jî ez ê te bikujim. Heke tu xwe nekujî ez ê zarokan bibim Pakistanê'. Ji ber ku carek clorîn li min da vexwarin min rakirin nexweşxaneyê û li vir jî got ‘Ger tu gilî bikî ez ê zarokên te bikujim’. Ji ber tirsê min gilî nekir. Polîs jî ji min re got 'Te lêdan xwariye', dozgerî ji bavê min re daxwazname şand û got 'Keça te bi tundiyê re rû bi rû maye û gilî nake'. Bi rastî min xwest ez zarokên xwe biparêzim. Kurê min ê yek salî nexweşiya helandina masûlkê (kas) pê re heye û roj bi roj zeyîf dibe. Ev bû 6 meh ez nikarim zarokên xwe bibînim. Ez rewşa zarokên xwe nizanim."  
 
'Min doza hevberdanê vekir'
 
G., diyar kir ku di sala 2021’ê de doza hevberdanê vekiriye û wiha bi lêv kir: "Doza min hêj berdewam dike. Danişîna yekem di 1’ê hezîranê de hat dîtin. Lê ew nehat. Ji ber ku ew û parêzerê wî tevlî nebû danişîn taloqê 14’ê îlonê hat kirin. Di danişîna duyem de tevlîbû. Di danişînê de got 'G. dayiktî zarokên xwe re nekiriye' û îdiaya ‘Aqilê G. ne li serê wê ye' kir. Ji bo lêkolînê şandeyek hat malê serdana min û raporek girtin. Di raporê de îdiayên wî hatin redkirin. Min doza nafakayê lê kir ji ber ku 3 zarokên min hene û yek jî nexweş e. Lê bazarî li min kir û got 'Tu nafakayê nexweze ez ê zarokan bidim te'. Lê ji bo ez zarokên xwe xwedî bikim hewcedariya min bi nafakayê jî heye."
 
Bang li saziyên jinan kir
 
G., di dawiya axaftina xwe de bang li sazî û dezgehên jinan kir û alîkarî xwest û got: "Ez dixwazim sazî û dezgehên jinan di nav piştevaniyê de bin. Ez tenê zarokên xwe dixwazim û bila alîkariyê bidin min."
 
Her wiha 3'yemîn danişîna dozê dê di 18'ê mijdarê de bê dîtin.