'Em ê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin'
- 16:41 2 Cotmeh 2022
- Rojane
WAN - Li Wanê berxwedana ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî hat destpêkirin hat silavkirin û hat gotin ku ew ê têkoşîna bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi serkeftinê tacîdar bikin.
Li Wanê ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana piştî qetilkirina jina kurd a li Îranê Jîna Mahsa Amînî hati gel hev. Jinên ku di pêşegniya TJA, DBP, HDP û Komeleya Jinan a Starê de li taxa Xaçort a hatin gel hev daxuyanî dan û gotin, "Di sedsala ku jin ber bi raperînê ve dimeşîn em ê li hemberî rejîmên dîktator serî netewînin."
Jinan bi laçikên li serê xwe ku derxistin û bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" çalakiya xwe bi dawî kirin.