TJA'yê banga tevlibûna meşê kir

  • 15:18 2 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA bi armanca piştevaniya bi jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê re ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dest bi çalakiyan kirin ji bo meşa ku wê li gelek bajaran hemwext li dar bixwe banga tevlibûnê kir.
 
Ji bo piştevaniya bi jinên ku li Rojhilat û li Îranê piştî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî dest bi çalakiyan kirin Tevgera Jinên Azad (TJA) wê li gelek bajaran bi awayê hemwext çalakiyan li dar bixwe. TJA'yê ji bo meşa ku wê di serî de li Amed, Wan û Stenbolê hem wext îro saet di 16.00'an de pêk bîne li ser hesabêm xwe yê Twîterê parvekirin kir û hemû jin vexwendin meşa ku wê li dar bixin.