Li rojhilatê Kurdistanê berxwedan berdewam e

  • 15:00 2 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistan û Îranê berxwedana di pêşengiya jinan de ku pişt qetilkirina Jîna Mahsa Amînî hat destpêkirin bê navber berdewam dike.
 
Piştî qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Mahsa Amînî  ji aliyê "polîsên exlaq" ên dewleta Îranê, li ser banga tevgera azadiya Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî pêk hat. Xelkê Rojhilat ku bi greva giştî sînordar nema, dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşandan di demeke kurt de belavî hemû navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din ên Îranê bû. Ev 15 roj in ku xwepêşandan tevî hemû êrîşên hovane yên hêzên dewleta Îranê li hemberî xwepêşandêran dike, bênavber didomin. Heta niha bi dehan xwepêşander hatine qetilkirin, bi sedan hatine birîndarkirin û bi hezaran hatine binçavkirin.
 
Îro ango di roja 15’an de di çarçoveya van çalakiyên ku di pêşengiya jinan de bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hatin destpêkirin de li gelek zanîngehên Rojhilat û Îranê xwendevanan xwepêşand kirin.