Jinên li Cizîrê hatin binçavkirin hatin berdan

  • 13:36 2 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê Dayikên Aşitiyê ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
 
Li taxa Sur a navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Aştiyê Hatîce Beytur û Sîdîka Erden ên piştî serdegirtina malan bi hinceta beşdarî çalakiya DEDAŞ'ê bûne hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin serbest hatin berdan.