Ji serê salê heta niha 62 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

  • 09:02 2 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û da zanîn ku ji serê salê heta niha 62 girtîyî jiyana xwe ji dest dane û  pergala Tirkiyeyê veguheriye rejîma hepskirinê.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehên din kiriye. Ev bandor bi mirinên guman û binpêkirinên din ên mafan re gihiştiye astek dijwar. Bi Navendên Çînîkirin û Şopandinê ya ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye amadekirin re Rêziknameya Der barê Nirxandina Hukumxwaran di 29’ê Kanûna 2020’î de di rojnameya Fermî de hat weşandin û piştî vê der barê girtiyan de bi hinceta ‘rewşa baş tune ye’ li hemû girtîgehan hemû girtiyên cezayên wan qediyane rastî astengiya îdare û lijneyên şopandinê hatin û girtiyan biryar dan ku dernekevin lijneyên şopandin û îdarî.
 
Bertekên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û desthilatdarî jî di vê mijarê de yek gavekê navêjin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî.
 
Ji serê salê heta niha 62 girtîyî jiyana xwe ji dest dan
 
Nûrayê da zanîn ku ji serê salê de 62 girtîyî jiyana xwe ji dest dane û got: “30 heb ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. 3 girtî di ser temene 80’ê de bûn. Di destpêka pandemiyê de digotin wê girtiyên di ser 65’yî de derxin. Lê qanûn tiştekî pir cuda derket. Lê mixabin girtiyên di çarçoveya TMK’ê de hatine girtin hîna girtîne. Me lîsteya girtiyên nexweş amade kir û gelek girtî di ser temenê 65’an de ne. Gelek girtiyên jiyana xwe ji dest dane piştî înfaza wan hatine taloqkirin şûnde jiyana xwe ji dest dane. Em vana li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane dibînin. Ji ber derfetê dermankirinê nedan wan û hatin sînorê mirinê. Du girtî piştî înfaza wan hat taloqkirin hefteyek şûnde jiyana xwe ji dest dan. Girtiyek çend meh şûnde jiyana xwe ji dest da. Girtiyekî din jî 15 roj girtiyekî din jî 15 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.”
 
‘Pergal veguheriyet rejîma hepskirinê’
 
Nûrayê daxuyakirin Saziya Tipa Edlî  (ATK) tevî hemû daneyan raporên dikare girtî bimîne dide û wiha bi lêv kir: “Ev jî dibe sedema ku girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. 11 girtî ber bi întîxarê ve çûn. Sedema mirina girtiyekî nayê zanîn. 25 girtî bi guman mirin. Dîmenên şîdet û îşkenceyê tên dîtin. Ev îşkence û binpêkirin bê ceza tên hiştin. Wezareta Dadê ku divê pergala înfazê bimeşîne, mixabin pêk nayne. Pergala li Tirkiyeyê veguheriye rejîma hepskirinê. Niha hejmara girtiyan her diçe zêde dibe. Di ser 326 hezarî de girtî hene. Di her aşkerakirina îstatîstîkan de çend hezar zêde dibin.”
 
‘Girtî bi tena serê xwe tên tecrîdkirin’
 
Nûrayê bal kişand ser girtîgehên ewlehiya bilind ên nû hatine çêkirin û wiha anî ziman: “Girtî li vir tenê tên tecrîdkirin. Tecrîd pirsgirêkek girîng e. Zirarên mezin dide girtiyan. Girtî di wan şertan de bi nexweşiyan re tên rû hev. Di hucreyên yek kesî de tên girtin û girtiyên li Girtîgeha Tîpa S di saeteke rojê de derdikevin hewadankê û piştre dibin hundir. Hewadanka aydê qawişê tune ye. Cilên xwe li qawişê ziwa dikin. Ev jî rê li ber nexweşiyan vedike. Hiştina kesan a 24 saetan ya di hundir de îşkence ye. Divê Tirkiye qanûnên xwe û peymanên navneteweyî pêk bîne.”
 
‘Biryarên ne objektîf’
 
Nûrayê destnîşan kir ku ji roja Lijneya Şopandin û Îdarî ketiye jiyanê, tehliyekirina girtiyan tê astengkirin û ev tişt daxuyand: “Lijne tenê der barê vê de biryaran nade. Der barê gelek pêkanînan de biryarê didin. Dema van biryaran didin jî ne xwedî tu agahî û rayeyê ne jî. Girtî li dadgehê tên darizandin û demekê ceza digirin. Di mudetnameya wî cezayî de çiqas wê bimîne, kengî wê bê berdan, jê çi fêdeyê digire dinivîsie. Lê bi lijneyan biryarên ji rastiyê dûr, ne objektîf tên dayîn.”
 
Cezayên dîsîplînê didin
 
Nûrayê her wiha diyar kir ku dema girtî li mafên xwe digerin jî cezayên dîsîplînê lê tên birîn û wiha dawî lê anî: “Ji ber van pêkanînan girtî naxwazin derkevin lijneyan. Girtiyan biryar dan ku dernekevin van lijneyên ku rûmeta mirovan tune dihesibînin, azadiyê tune dihesibînin û wek dadgehê tev digerin. Li  şûna girtî bên tehliyekirin tên girtin. Li girtîgehê jiyan ne hêsan e, her cureyê binpêkirina maf tê jiyîn.”