ROJEVA 02'YÊ COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 2 Cotmeh 2022
  • Rojev
* Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan da zanîn ku Protokola Stenbolê ya der barê ‘Bi awayekî bi bandor lêpirsînkirina ceza û pêkanînên dijmirovahiyê yên zalimane û îşkenceyê û belgekirina wê’ hatiye amadekirin di demên dawî de tê piştgûhkirin û got: “Em wek hekîm li beşa lezgîn, ger kes girtî yan jî hukumxwarîbe bînin cem pispor em neçarin vê protokolê îmze bikin.” BI DÎMEN 
 
* Çapemeniya alîgir a ku şîdeta mêr di zimanê weşanê de rewa dike, heman ziman di bûyera ku li Bagcilarê Alî Sayan dayika xwe Hava Sayan qetil kir de derket holê. Çapemeniya alîgir ne qetilkirina jinê, riya ku gumanbar şopandiye kir nûçe.
 
*Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û da zanîn ku ji serê salê heta niha 62 girtîyî jiyana xwe ji dest dane û  pergala Tirkiyeyê veguheriye rejîma hepskirinê. BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Îranê jin hedef hatine girtin û piştevaniya ji bo jinan qels maye û gotin: “Tirkiye di mijara mafê jinan de ji Îranê cudatir nîne. Divê tu kes li dijî pirsgirêkan bêdeng nemîne.” BI DÎMEN