Ji jinên girtî ji bo Jîna peyam: Em vê berxwedanê silav dikin

  • 16:20 1 Cotmeh 2022
  • Rojane
MÊRSÎN -Jinên li  Girtîgeha Jinan a Tersûsê girtî, berxwedana li dijî qetilkirina Jînayê silav kirin.
 
Dîlan Yuruklu ya li Girtîgeha Jinan a Tersûsa Mêrsînê girtî, di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de, ji bo Jîna Mahsa Amînî ku ji aliyê polîsên "ehlaqê" yên Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin peyama piştevaniyê ragihand. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamya (MA) hat weşandin de Dîlan diyar kir ku ew li ser navê hemû jinên girtî berxwedana li dij qetilkirina Jîna Mahsa Amînî silav dikin. 
  
Dîlanê li ser navê girtiyan ev peyam parve kir, "Em di serî de Jîna Mahsa Amînî hemû jinên ku ji aliyê dewleta mêr ve hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û qetilkirina jinan şermezar dikin. Jîna Mahsa Amînî ji bo hemû jinên berxwedêr bû sembola berxwedan û serhildanê. Jin, jiyan, azadî."
 
Gardiyanan êrîş kir
 
Malbatê diyar kir ku di dema axaftinê de telefon 3 caran hat qutkirin û komeke gardiyan êrîş kirine.