Semra Guzel 23 roj in di hucreya yek kesî de tê ragirtin

  • 15:16 26 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a parêzbendiya wê hate rakirin, 23 roj in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê di meha adarê de hate rakirin, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibir de di 2’yê îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin. Semra, dema hate binçavkirin polîsan mûameleya xerab û tundî lê kirin di 3’yê îlonê de hate girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. 
 
Semra Guzel ji roja hatiye girtin ve di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Parêzerê Semra Guzel a 23 roj in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin, Veysî Eskî beriya du rojan serdana Semra Guzelê kir. 
 
Veysî diyar kir ku tenduristî û moralê Semrayê baş bû û da zanîn ku Semra ji bo biçe cem jineke ku ji heman dozê tên darizandin 3 caran daxwazname daye. Veysî, bi lêv kir ku heta niha ji daxwaza Semrayê bersiveke nivîskî nehatiye dayîn lê rêveberiya girtîgehê bi devkî bersiveke neyînî daye Semrayê. 
Veysî, anî ziman ku ji ber tecrîda heyî Semra Guzel zehmetiyê dikişine û di odeya wê de radyo û televizyon nîne. Veysî, da zanîn ku di heman demê de pirtûkên dema Semra hatiye girtin jê re hatine şandin nû dane wê.