Nobeda Edaletê di roja 567'an de didome

  • 14:14 26 Îlon 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyayar di roja çalakiya Nobeda Edaletê ya 567'an de ji ber edliyeyê bang kirin û bertek nîşanî tevlibûna Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku tevli Mîhrîcanê bû dan.
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 567’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li ser derenceyan dest bi nobetê kir. Di destê malbatê de pirtûka Alî Oluç a bi navê “Edalet” ku têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar vedibêje û dowîza bi nivîsa “Edalet” hebûn. Malbatê di dema nobetê de tiştên bi serê wan hatin ji kesên dihatin serdana wan re vegotin. 
 
 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu û Parlamanterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz da ku ji bo Mîhrîcana Hinaran hatibûn Pirsûsê û wiha got: “Hûn çima dîmenên qetilkirina malbata min nabînin? Dîmenên me li ku ne? Malbatek li nexweşxaneyê çawa tê qetilkirin? Tu sûceke me nîne. Hûn çawa bi kesên ev komkujî kirin re tên ba hev?”