Jinên girtî li dijî qetilkirina Jîna Emînî porê xwe jêkirin

  • 13:38 26 Îlon 2022
  • Rojane
 
KAYSERÎ - 60 girtiyên ku li Girtîgeha Bunyan a Jinan dimînin bi armanca qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar bikin porê xwe jêkirin û ji sefaretxaneya Îranê re şandin.
 
60 girtiyên ku di Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê de dimînin, li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ku li Piytextê Îranê  bi hinceta çend tayên porê wê ji derve ne ji aliyê polîsnan ve hat girtin û bi îşkenceyê hat qetilkirin porê xw ejê kirin û ji Sefaretxaneya Îranê re şandin.