Federasyona Zindaniyên Siyasî piştgirî da xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê

  • 10:12 26 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Zindaniyên Siyasî piştgirî da serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistanê û sûcên rejîma Îran yên dijî jinên kurd, Gelê Kurd bi tûndî şermezar kir.
 
Piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, roj bi roj mezin dibe. Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî da serhildana Gelê Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê.
 
Federasyonê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bi jinên leheng ên kurd ku teslîmiyetê qebûl nekirine, serbilindin û wiha hat gotin: “Xwîna hemû kesên di van rojên borî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne, bû hêvênê şoreşek sivîl û hêvî da. Em piştgiriya daxwazên rewa yên gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ên ji bo ruxîna rejîmê û gihiştina armancan, dikin.
 
Bang li hemû partî, sendîka û rêxistinên Kurdistanê dikin, piştgirî bidin xebata rewa ya tevgera civakî ya li Rojhilatê Kurdistanê.”