TJA 4’emîn Konferansa xwe bi dirûşma li dijî faşîzmê azadî li dar dixe

  • 09:35 25 Îlon 2022
  • Rojane
 
 ÊLIH - 4'emîn Konferansa TJA'ya bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê dest pê kir, di roja 2'emîn de berdewam dike.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) 4’emîn Konferansa xwe bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê da destpêkirin di roja 2'emîn de berdewam dike. Konferans bi tevlibûna 700 delegeyên jin ên ji Tirkiye û Kurdistanê tevlibûn berdewam dike. Beriya ku konferans dest pê bike jinên tevli Konferansê bûn sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Konferans bi armanca  avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk a di pêşengiya jinê de tê lidarxisitn. 
 
Bernameya konferansê:
 
Konferans, piştî axaftina vekirinê bi hilbijartina dîwanê, nîşandina sînewîzyonê, peyamên ji girtîgehan ku hatin xwendin dest pê kir.  Di konferansê de dê  mijarên wekî di sedsala 21’emîn de têkoşîna jina Kurd û bandorên wê, têkoşîna jinan a li Tirkiye, Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û cihanê û bi niqaşên li ser têkoşîna hevpar dê berdewam bike. Konferans, piştî xwendina encama danezanê wê bi konsera muzîkê bi dawî bibe.
 
61 endamên meclîsê hatin hilbijartin
 
Di roja ewil a konferansê de 61 endamên meclîsê hatin hilbijartin. Ji vê meclîsê dê 21 endamên rêveber bên hilbijartin.
 
Di konferansê de bal kişandin ser raperîna Îranê
 
Di roja yekemîn a konferansê de ku duh bi sedan jin tevlî bûn, destnîşanî ser berxwedana piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya li Îranê ji aliyê “polîsên ehlaqê” ve ku li hemû cîhanê belav bû ya berdewam dike û polîtîqayên rejîma Îranê. Di Konferansa ku serhildana jinên rojhilatê Kurdistanê û hemû jinên berxwedêr ên Îranê hatin slavkirin de, jinan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, qirkirina xwezayê, polîtîqayên şerê taybet, rewşa girtiyên nexweş, tundiya li ser jinê, xizaniya jinan û bi taybetî jî polîtîqayên dewletê ên li hemberî  jinên ciwan.
 
Îro jî li bendê ye ku ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê jinên pêşengên têkoşîna jinê tevli konferansê bibin.