Aktîvîsta Îranê Mîna: Hikûmeta Îranê qirkirina jinê pêk tîne

  • 09:02 25 Îlon 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Aktîvîsta Îranê Mîna Khanî got piştî qetilirina Jîna Mahsa Amînî, Mahsa bûye sîmgeya jinan û got li Îranê jin bi hincetan tên qetilkirin û hikûmeta Îranê qirkirina jinan pêk tîne.
 
Jîna Mahsa Amînî ji hêla polîsên Rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Ji roja hat definkirin heta îro li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî didomin. Li hemberî çalakiyan jî êrişeke bi tund a Rejîma Îranê pêk tê. Aktîvîsta Îranê Mîna Khanî zextên rejîma Îranê yên bi salane li hember jinan didome û qetilkirina Jîna Mahsa Amînî nirxand.
 
‘Qirkirina jinan sîstematîk e’
 
Mîna da zanîn ku zilma ewil a li hember Jîna Mahsa bi navê wê dest pê kiriye û got: “Her kes Jîna bi navê Mahsa nas dike. Hikûmet li hember malbata wê ji ber Kurd in nîjandperest tevgeriyaye û nehiştine navê Kurdî bidin Jîna. Jîna bi malbata xwe re diçe Tahranê û li wir ji ber laçika serê wê bi îşkencê hat binçavkirin û kuştin. Ev qirkirinek sîstematîk a hikûmetê ye. Berê jî jinan li dijî vê têkoşîn dabûn û gelek jin hatibûn qetilkirin. Bi qetilirina Jîna re ew bû sîmgeya jinan.”
 
‘Jîna ne jina ewil e’
 
Mînayê wiha daxuyand: “Ji ber laçikê jina ku ewil hatiye qetilkirin bêguman ne Jîna ye. Di salên ewil yên şoreşê de jinek bi navê Homa Darabî hebû û ji ber zextan neçar ma xwe întîxar bike. Piştî salan şûnde Seher Hudayarî jinek ciwan bû û dixwaze biçe maçê temaşe dike lê hat binçavirin û şîdet lê hat kirin. Wê jî întîxar kir. Ev întîxar li Îranê wek qirkirina jinan derbas dikin. Ji ber întîxar li wan tê ferzkirin.”
 
‘Malbat jinan bêdeng dikin’
 
Mînayê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Ji ber zext û qedxeyan jinên tên qetilkirin di çapemeniyê zêde nayên dîtin. Sedema vê jî ev e ku malbat bêdeng dimînin û zextan dikin. Her wiha gelek jinên din yên ji ber zextan tên qetiklirin hene. Lê gelek di çapemeniyê de nayên dîtin. Ji ber malbat naxvin. Di bûyera Jîna de bandora malbatê gelek zêde ye ji ber wan da çapemeniyê û bêyî tirs axivîn. Civaka Îranê van tiştan aşkera naxivin.  Kuştinên jinan vedişêrin.”
 
‘Heqeretê li me dikin’
 
Mîna daxuyakirin ku siyasetmedar, dîplomat, rojnamegerên ji welatên rojava tên serê xwe digirin û wisa bi rejîma Îranê re diaxivin û got ev heqereteke li hember jinên Îranê ye û wiha pê de çû: “Ew serê xwe dirin lê heqeretê li me dikin.  Ev serî girtin ne tercîha jinane. Piştî şoreşê mehekê şûnde yanî Îmam Humeynî di 1979’an de serî girtina jinan ferz kir û piştî vê jî jin daketin kolanê û gotin ‘Me ji bo paşverûtiyê şoreş pêk neanî, azadiya jinê tunebe ev civak nikare li ser piyan bisekine.’”
 
Rejîm biçe wê zext jî têk biçin Mînayê dawiya axaftina xwe de jî ev tişt bi lêv kir: “Her kes li dijî polîtîkayên rejîmê yên li hember jinan bêdenge.Rejîmê di dema şerê bi Iraqê re, ku her kes bi şer re mijûl bibû, wan bi xîleyan serî girtin kir qanûn. Ne pêkane ev rejîm şaşiyên xwe fêm bike û lêborînê bixwaze. Ji ber divê ewil komkujiyên kirine qebûl bikin. Lê heta niha me tiştek wisa nedîtiye. Ger em bixwazin ev sergirtina hatiye ferzkirin bê rakirin divê ewil ev desthilatdarî bê rakirin. Divê em wê rakin. Ya girîng fêmkirina vê ye. Yekane çareserî ev e.”