ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 25 Îlon 2022
  • Rojev
 
* Bi gotina ‘em bêyî ku mêr dibêjin çi, dinivîsin’ derketin rê û bi dirûşmeya ‘pênûsa jinê di riya heqîqetê de ye’ bê navber didome. Pênûsa Gurbettellî tu car ji destê me de neket û fikra Ayferê ‘ajansek aydê jinê’ tu car ji bîra me derneket. Fedekariya Denîziyê bû riya me, berxwedana Nujiyanê bû ronahiya riya me, cesareta Dîlovanê bû hêza me û em jî bûn JINNEWS. EDÎTOR
 
*Aktîvîsta Îranê Mîna Khanî got piştî qetilirina Jîna Mahsa Amînî, Mahsa bûye sîmgeya jinan û got li Îranê jin bi hincetan tên qetilkirin û hikûmeta Îranê qirkirina jinan pêk tîne.
 
*Jinan bertek nîşanê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dan û gotin: “Pergaleke ku neyê hilweşandin tune ye.  Dem dema avabûna şoreşa jinê ye. Ev şoreş dê serkeftî be. Em ê şopdar û çalakvanên wê bin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku derbarê deklerasyona Ked û Azadiyê ku di hevdtîna gel de hat aşkerakirin de axivîn, diyar kirin ku deklerasyon a ji bo çareseriyê hêviyê dide wan û bang li her kesî kirin ku li dora  vê tifaqê bicivin. DÎMEN HEYE