KNK: Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî' nîşaneya neteweya azad e

  • 12:59 24 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê KNK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî‘ nîşaneya neteweya azad e.'
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da 
 
KNK’ê anî ziman ku serhildana girseyî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketiye qonaxeke nû ya rû bi rû bûna bi rejîma totalîter û dîktator a Komara Îslamî ya Îranê re û wiha pê de çû: “Pêvajoya azadîxwaziya gelê me û têkoşîna demokratîk û israra ji bo bidestxistina mafên xwe û bicihanîna daxwazên biryardariya xwe nîşan dide. Amadebûna xelkê ya li kolanan asta bilind a şoreşê û îradeya xurt a gelê azadîxwaz e.
 
Dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' sembola neteweya azad e. Dengvedana vê dirûşmê li Îran û hemû cîhanê, em kurd û Kurdistanî kirine navendeke ji wateyên têkoşîna neteweyên azadîxwaz ji bo xebateke serdemê xurt kirine. Li aliyê din, krîz û pirsgirêkên dewleta Îranê li nav xwe û derve, şert û mercên guncaw peyda kirine ku hem kurd bi xwe û hem jî hemû gelên Îranê bikarin xwe ji vê rejîma zordar û totalîter rizgar bikin.
 
Em weke KNK’ê di wê baweriyê de ne, divê kurd ji van geşedan û guhertinên li Rojhilata Navîn bi giştî sûdê werbigirin û bi taybetî jî welatên ku Kurdistan dagir kirine, li ber guherînê ne. Ji bo vê jî Yekitiya Neteweyî ya Kurd pêwîstiyeke jiyanî ye. Divê hêzên cuda yên yekîtiya neteweyî bên bihêzkirin û hemû hêz, nêrîn û armancên hevpar bi hev ve bêne girêdan.“
 
Jîna Emînî û kesên di serhildana dawîn de şehîd bûne em bi bîrtînin. Em sersaxiyê ji Gelê Kurd û malbatên şehîdan û ji bîrîndaran re şifayê dixwazin.
 
Her wiha kiryarên şovenîst ên dewleta Îranê bi tundî şermezar dikin û bang li xelkê azadîxwaz û demokrasîxwaz ê Kurdistan û Îranê dikin ku li ser armanc û xebata xwe ya rewa berdewam bin û rê li ber komkujiyên dewletê bigirin.”