Di 6 mehan de 26 kolber hatin qetilkirin

  • 12:52 24 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bilançoya ku Kolbernews’ê parvekirî, di nava 6 mehên borî de 26 kolber hatine qetilkirin û 164 kolber jî birîndar bûne.
 
Kolbernews’ê bîlançoya 6 mehan a têkildarê rewşa kolberan weşand. Li gorî bîlançoyê di nava 6 mehên borî de li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê yên parêzgehên Azerbaycan a Rojava, Sine û Kirmanşanê ji ber gulebarana raste rast a hêzên dewleta Îranê û ji ber karesatên xwezayî yên şert û mercên kolberiyê yên mîna aşût, serma, teqîna mayînê û ketin ji bilindahiyê, bi giştî 26 kolber jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 164 kolber jî birîndar bûne.
 
Di bîlançoyê de her wiha hatiye destnîşankirin ku ji  sedî  77 qewimîna wan trajediyan ji ber gulebaranên rasterast ên hêzên Dewleta Îranê pêk hatiye.