Aktîvîsta TJA’yê hat tehdîdkirin

  • 09:17 24 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Guldem dogan da zanîn ku kesên ku xwe wek îstîxbarata Enqereyê dane nasîn li wê geriyane û heqeretên zayendperest lê kirine. Guldemê der barê mijarê de serlêdana sûc kir.
 
Aktîvîsta TJA’ê Guldem Dogan da zanîn ku di 8’ê îlonê de kes an jî kesên ku xwe wek îstîxbarata Enqereyê dane nasîn li wê geriyane û xwestin hev rû bi rû bibînin. Tehdîda ku vê qebûl neke wê der barê wê de doz bên vekirin û her wiha wê zirar bigihêje hezkiriyên wê de hat kirin. Hevdîtin 38 saniyeyî berdewam kir û kesên xwe wek endamên îstîxbaratê dan nasîn heqeretên zayendperest lê kirin.
 
Serlêdana sûc kir
 
Guldemê bi hevkariya parêzerên xwe der barê kesên ku li wê geriyane de li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê serlêdana sûc kir. Daxwaznameya serlêdana sûc ji sûcên wek ‘tehdîd’, ‘heqeret’, ‘binpêkirina daneyên şexs’ û ‘xerakirina aramiya kes’ hat amadekirin.
 
Bûyer ne munferîte
 
Parêzeran di serlêdana sûc de diyar kirin ku Guldem di partiya siyasî de cih digire û û aktîvîstiya mafê jinan dike û gotin tehdîd û heqereta li muvekîla wan hatiye kirin ne bûyerek munfertîte. Di daxwaznameyê de hat gotin ku piştî muvekîlê nûmereya li wê geriyaye asteng kiriye, heman kesî bi numareya veşarî li malbatê geriyane û di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Kesên xwedî nêrîna siyasî ya muxalîfin revandina wan, tehdîdkirina wan tiştekî awarteya û divê serlêdana sûc bi vê xesasiyetê bê lêkolînkirin. Ligel vê hatiye gotin ku ger rû bi rû hev nebînin wê doz lê bê vekirin û zirar bigihêje malbata wê. Ev mijar jî divê bê lêkolînkirin.”
 
Xwestin kar û barê qanûnî bên destpêkirin
 
Her wiha hat diyarkirin ku ji bo xetereyên heyî bên astengkirin serlêdana sûc kirine û divê resen lêpirsîn bê meşandin û wiha hat gotin: “Em dixwazin der barê kes an jî kesên heqeret, tehdîd kirine û aramiya kes xerakirine de kar û barên qanûnî bên kirin û doza cemawerî bê vekirin.”
 
Delîl hatin pêşkêşkirin
 
Her wiha di daxwaznameyê de dîmenên ekranê yên qeyda axaftinê û îfadeyên şahidan jî wek delîl hatin pêşkêşkirin.