'Em ligel jinên ku li dijî dîktatoriyê di berxwedanê de ne'

  • 09:07 24 Îlon 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX – Jinên Şirnexî ku kuştina Mahsa Jîna Amînî şermezar kirin gotin, " Em ligel jinên ku li dijî dîktatoriyê li Rojhilat û li Îranê di berxwedanê de ne û em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin."
 
Li Îranê di 14’ê îlonê de jina kurd Mahsa Jîna Amînî ji aliyê polîsên axlaqê yên Îranê ve bi hinceta ku çend têlên porê wê ji derve mane û li gorî daxwaza rejîmê serê xwe girênedaye bi îşkenceyê girtin nezaretê û ji ber îşkenceya lê hat kirin di 16’ê îlonê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Jîna Mahsayê di serî de jin li rojhilatê Kurdistanê û bi hezaran kes daketin kolanan û li hemberî rejîmê serî hildan. Bi armanca şermezarkirina kuştina Jîna Mahsa bi giştî li Kurdistanê û li gelek deverên din ê cîhanê jî ji bo pştgiriyê bidin çalakvanan jin daketin qdan û êrîşa li dijî Mahsa Jîna ku di encamê de jiyana xwe ji dest dan şermezar kirin. 
 
Derbarê qetîlkirina Mahsa Jînayê de me jî berê xwe da kolanên Cizîrê û nerînên jinan derbarê bûyerê de girtin.
 
‘Em ligel jinên berxwedêr in’
 
Xwendevan Hasret Tavuz qetîlkirina Mahsayê şermezar kir û destnîşan kir ku li tu deverê cîhanê di bin navê ol de qetîlkirina jinan nayê rewakirin û wiha got: “Em bi tu şiklî qetîlkirina jinan qebûl nakin û li dijî vê ne. Li gelek welatan di bin navê ol de şîdet li jinan tê kirin. Bi qetikirina jineke ji ber ku çen têlên porê wê ji der ve ne ol nayê parastin.  Jin li dijî qetilkirina Mahsayê di serî de li Rojhilat û li Îranê û bi giştî li gelek deveran daketin qadan. Em  piştgiriya wan jinan dikin û ligel wan in. Jin li ku derê bin li tevahî cîhanê jin ligel hevdû ne û piştgiriyê didin hevdû. Lê divê ne tenê jin pêwiste ku hemû cîhan li dijî vê rejîmê be.”
 
‘Li Îranê şiyarbûn heye’
 
Hasret di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku çalaki û protestoyên li Rojhilat û li Îranê aliyê ji aliyê pêkanîna şoreşekê de hêviyê didin mirov û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Îranê bi qetilkirina Mahsayê re çiruskek vêket û şiyarbûneke mezin çêbû. Gava ji dîmenan temaşe dikin em dibîn ku mêr jî di nav çalakgerên jin de hene. Jinên ku hertim hatine bindestkirin dengê xwe bilind dikin û bi vê re dibe ku veguhertinên mezin çêbibin. Em di wî aliyî de bi hêvî ne. Lê ev çalakî têrê nakin. Divê di qada navneteweyî de jî jin dengê xwe bilind bikin. Em hêvî dikin ku hemû jin azad bibin û rewşa li îranê jî bê guhertin.”
 
‘Jinên cîhanê ji bo Jîna Mahsa bûn yek’
 
Halîme Unlu diyar kir ku ew bi dilê xwe ligel jinên rojhilatê Kurdistan û jinên Îranê ne û wiha got: “Em qetîlkrina Mahsayê şermezar dikin. Dibe ku em bi fîzîkî ne ligel wan jinên berxwedêr  bin, lê em bi dilê xwe bi wan re ne. Em hêvî dikin ku êdî tu jin tiştên bi vî rengî nebînin. Gava min wêneyê wê jinê dît min xwe gelek nebaş hîs kir. Tu jin îşkenceyek bi vî şiklî û qetîlkirinê heq nake. Em gelek pê xemgînin bûn. Em dixwazin jin li her derê azad bin. Li Rojhilat û Îranê jin li dijî qetîlkirina Mahsa piştgiriyê didin hevdû. Li her devera cîhanê dema ku tiştek bi serê jinekê de tê jin li dijî vê yekê yekitiya xwe ava dikin û dengê xwe bilind dikin. Ev tiştekî gelek girîng e. Em jî bi dilê xwe li gel wan jinên berxwedêr in û divê li vir û li her derê jin li dijî van qetlaman dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku pêşiya van komkujîyan  were girtin divê jin di bin serdestiya mêran de neminin û çi ji destê wan were bikin.”
 
‘Jin li dijî bindestiyê di berxwedanê de ne’
 
Necîbe Keskîn bilêv kir ku ji aliyê pergala heyî ya mêr li  jinê bindestî hatiye ferzkirin û got: “Yên ku herî zêde di bin zilm û zordestiyê de dimînin jin in. Li her devera cîhanê li jinê bindestî hatiye ferzkirin. Em naxwazin êdî jin bên qetîlkirin.  Me rewşa Îranê di televîzyonê de dît. Em hêvî dikin ku xwîna wê jina ciwan li erdê nemîne û hemû jinên bindest bigihêjin azadiya xwe.”
 
‘Baweriya me bi azadiya jinê heye’
 
Berîvan Dogan jî destnîşan kir ku divê hemû jin li dijî rejîmên wekî Îranê bibin yekdeng û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin êdî jin neyên qetilkirin. Lê ligel ku em vê her carê dubare dikin jî dîsa jin tên qetilkirin. Divê rejîmên wekî ya Îranê ji holê bên rakirin û hemû cîhan jî li dijî rejîmên bi vî rengî bibin xwedî helwest. Jin li her derê divê bibin dengê hevdû. Ji ber ku tê xwetin jin li herderê bên bêdengkirin,  lê êdî jin wê helwesta li hemberî xwe qebûl nakin. Divê êdî jin bi hev re li dijî van pêkanînan rabin ser piyan û têkoşîna xwe bikin yek. Heke jinek ji bo ku porê wê hatiye xuyakirin tê qetilkirin li wê derê mirovahî xelas bûye û li dijî vê rewşê gotin bi dawî bûye. Em li pişt hemû jinên têkoşer in û baweriya me bi azadiya jinê heye.”
 
‘Bila jin azadiya xwe bidest bixin’
 
Herî dawî jî Kamîle Aslan destnîşan kir ku divê hemû jin li dijî zilm û zordestiyê azadiya xwe bidest bixin û wiha got: “Jin divê xwedî maf bin û azadiya xwe bidest bixin. Qanûnên her dewletan cuda ne, lê bi giştî hemû li dijî jinan e. Vê yekê herî dawî xwe li Îranê da der û li pêş çavên cîhanê jineke ciwan bi  îşkenceyê hate qetîlkirin. Em vî tiştê qebûl nakin û ligel hemû jinên ku li dijî hêzên dîktator li ber xwe didin e.”