'Mexmûr bîra kurdan e'

  • 09:04 24 Îlon 2022
  • Rojane
Medya Uren 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ev îxaneta yekem a PDK’ê nîne. Ji dîrokê tê sekna wan. Yek ji mînakên vê jî wargeha penaberan ya Şehît Rustem Cudî ye. Gelê wargehê yê li dijî zilma Tirkiyeyê derket û berê xwe da Başûrê Kurdistanê vê carê bi zextên PDK’ê rû bi rû man. Hêviya gel herçiqasî yekitî be jî di roja îro de heman îxanet tê kirin. Koçber û berxwedêrên Mexmûrê Fadîle Tok û Kendal Avyanî di çîroka rêwitiya koçberan de vê yekê şîrove dikin û dibêjin: “Me xwe koçber hesap nedikir. Ji ber em li Kurdistanê bûn. Lê mixabin xwişk û birayên me li me xistin. Bila ji ber vê yekê ev weke bîra kurdan bimîne.”
 
Li dijî faşizma li hember gelê Kurd û bindestiya gelê Kurd ji Amedê heya hemû bajarên Serhed, Botanê pêlên serhildanê geş bûn. Her ku têkoşîna azadiyê berfireh bû êrişên faşîzmê jî mezin bûn û sînor nas nekirin. Di destpêka salên 1980’ê de êrişa bingehê gava tunekirina nasnameya kurd avêtin. Bi hezaran gundên kurdan vala kirin, ew qetil kirin, îşkence kirin, wenda kirin, destdirêjî kirin, tecawiz kirin û sirgûn kirin. Kurdên hebûna xwe spartine çiyan û gundan ji wir hatin derxistin. Xwestin Kurdistanê bê mirov bikin û hîna ev armanca wan berdewam e.
 
Koçberiya gele kurd di destpêka salên 1980’ê de dest pê kir. Bi taybetî ji herêma Botanê di destpêka salên 1993’yan de bi sedan gund hatin valakirin. Gundiyên navçeya Qilebanê, yên derdora çiyayê Cudî, gundiyên li ser sînorê Başûr ên weke Geverê ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçber bûn. Koçberên xwe avêtin bextê PDK’ê vê weke xilasî dîtin lê belê li Başûr jî 9 cih guherandin û di rêwitiya xwe de heman îşkence û qetlîam dîtin. PDK’ê jî îxanet kir. Niha jî ambargoya ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve berdewam dike heye. Di çend salên dawî de bi dehan welatiyên wargehê di encama êrişên PDK û Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Ji bo famkirina îxaneta PDK’ê ya domdar em ji koçberên Mexmûrê Fadîle Tok û Kendal Avyanî çîroka wan guhdar bikin.
 
‘Ev bûyer li pêş çavê cîhanê hatin jiyîn’
 
Di çîroka koçberiya xwe de rastiya herî dijwar a lê rastî hatine îxaneta mala Barzan bû. Penaberên gelek caran rastî êrişên hewayî, reşahiyê hatine, bi pend û îxaneta PDK’ê re rû bi rû mane neçar dimînin gelek cih diguherin. Dema yek ji wan berxwedêran Kendal Avyanî vê rêwitiyê dibêje bi taybetî aciziya xwe ya li hember îxanetê xêz dike. Kendal ji vê rêwitiyê van gotinan parve dike: “Kêm zêde em ji hevkariya PDK’ê û dewleta Tirkiyeyê ya bi hev re haydar bûn. Lê me heya vê astê nedifikirî. Em ketin herêma Başûrê Kurdistanê de. Li wir ji bo me ji sînor dûr bixin hemû rêbazên şer bi kar anîn. Me gelek cih guherand û di her koçberiya xwe de me gelek tiştên zehmet jiya. Dema em koçberî geliyê Qiyametê bûn em kirin 2 beş. Di navbera me de 5- 6 kîlometre hebû, dan û standinên me jî hebûn. Lê belê ber bi havînê ve bi hinceta ku qempa geliyê qiyametê girêdayî PKK’ê ye ambargo danîn ser. Xwestin em herdu qempan jî ji hev cuda bikin. Siyasetek wisa qirêj dane meşandin. Di ambargoyê de pezê ku gelê qempê xwedî dikir dihat xwarin. Bi awayekî komîn herkesî pezê xwe serjê dikir û belav dikir. PDK’ê dema ev dît got wê bi vî pezî xwe 2 salan ji xwedî bikin. Me bihîst Mesud Barzanî gotiye ‘malê qempê malê weqfê ye, kesê biçe ji xwe re bistîne bila biçe. Lê helal e’ Piştî van gotinan hatin derdora qempê girtin. Pezên me hatin dizîn, alavên me dibirin. Gelek kes li vir hatin qetilkirin jî. Şev qêrînên zarokan bi ser her deverê diket. Zarok ji birçîbûnê ranediketin. Ev yek li pêş çavê NY û dinyayê hatin jiyîn.”
 
‘Ger ev çek kurdan qetil bike ez hilnagirim’
 
Kendal Avyanî got ji ber zilma PDK’ê û îxaneta wan ew reviyan çûn Iraqê. Kendal dema derbasî Iraqê bûne bûyerek bûye şahid bi van gotinan radigihîne: “Jin zarok em ketin pey hev em çûn. Pêşmergeyan pêşiya me girtin û bi tundiyê li hember me bûn asteng. Pêşmergeyek li wir bû ji fermandarê xwe re digot 'ev kî ne', dema bersiva ew jî kurd in ji Bakur hatine girt pêşmerge got ‘çima em wisa li wan dikin wê demê’ Fermandar jî digot hevalbendên PKK’ê ne, ew dijmin in. Li pêş çavê me pêşmerge çeka xwe danî. Got ev çek ger kurdan bikuje ez li vir namînim. Aqûbeta wî pêşmergerî çibû kes ji me nizane. Me şika qetilkirina wî jî kir. Bi vê minasebetê ez wî bi bîr tînim jî. Em bûn şahidê gelek bûyeran. Em hatin Mexmûrê û em li wir jî bi heman rengî terka mirinê hatin kirin. Di rojekê de 70 kes ji ber dûvpişkan rakirin nexweşxaneyê. Gelek kesan jî ji ber wê jiyana xwe ji dest dan. Lê belê em hîna rûxmê îxaneta niha pêk tê jî li vir in. Ew negihiştin armanca xwe û berxwedana me di dilê wan de bû kul. Ger ku baweriya te û îdolojiya te xwirt be tu dikarî xwe li her derê, di bin hemû şert û mercan de bidî jiyîn. Rûxmê hemû astengiyan me bi vê baweriyê ev pêk anî. Netewên Yekbûyî jî tu alîkarî nedikir. Tenê ew nav li ser bû lê di eslê xwe de pêkhateyek dijminatiya gelan bû. Ya PDK’ê jî ne tenê ev îxanet li me kirine. Bav û kalên wan îxanet li kurdan kirine. Mala Barzanî ji derveyî malbata xwe berjwendiyên tu kurdan nafikire.”
 
‘Xwişk û birayên me, me qetil kirin’
 
Fadîle Tok jî weke Kendal Avyanî ji rojên yekem ên koçberiyê ve di rêxistinbûyîna wargehê de kedek mezin daye. Fadîle jî wiha qala rêwitiya xwe dike: “ Bi belavbûna rêxistina azadiyê re li herêma me jî geşbûnek hate jiyîn. Lewra her ku ev geşbûn pêk hat êriş jî dijwartir bûn. Di salên 1980’ê de operesyonek tunekirina PKK’ê û rêxistinbûyîna gelê Kurd hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Botanê bi hezaran gund hatin valakirin. Bombebaranek dijwar pêk hat, gundên me hatin şewitandin, gelek kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Gelek tiştên ji exlaqê me dûr dixwestin li me ferz bikin. Lê belê ne me zilm ne jî xwestekên wan qebûl kir. Em neçar bûn li dijî vê koçber bibin. Me digot li Başûr Kurd heye. Li wir wê Kurd xwedî li me derbikevin. Kêm jî be xwesertiyek a kurdan li Başûr hatiye avakirin. Di heman demê de me digot em ê bi awayek fîzîkî ji êrişên dewleta tirk rizgar bibin. Lê belê li Başûr jî bi hevkariya PDK'ê êrişên dewleta tirk berdewam kir. Mixabin em rastî îxaneta mala Barzanî hatin. Me mirinê faîlê wan ne diyar, qetlîam, îşkence dîtin. Em bûn şahidê hemû cure hovitiyan. Hovîtiya tirk ne bes bû vê carê me îxanet jî dît.”
 
‘Ji bo negihêjin armanca xwe me her tişt kir’
 
Fadîle bi van gotinan berdewam kir:"Li gel van zehmetiyan û îxanetê jî berxwedanek mezin a gelê kurd çêbû. Bê guman hemû destkeftiyên me ji ber berxwedanê hatin bidestxisitn. Rêwitiyek me ya tije berxwedan jî pêk hat. Daxwaza xwe ya penaberên siyasî jî me bi dest xist. Li pêşiya me armancek mezin hebû. Daxwaza me daxwaza gelê Kurd tevahî bû. Em ne ji bo qirkirin û xwarinê hatibûn. Ger vegera me jî pêk were wê bi şertê rêbertiya azad û nasnameya azad pêk were. Me bi vê hişmendiyê tevger û sazîbûyîna xwe ava kir. Me xwe bi xwe rêxistin kir. Armanca me yek û hêviyên me jî yekbûn e.”
 
‘Neteweyên Yekbûyî tiştek nekir’
 
Fadîle got ji cihê yekem ê ew koçber bûne Bihêrê, Şeranişê wan bingehek a yekîtî û rêxistinê ava kiribû. Fadîle pêvajoya rêxistinbûyîna gel wiha nirxand: “ Di pêvajoya rêwitiyê de her ku me cih guherand yekîtiya me jî qahîmtir bû. Heya li Etrûşê me rêxistinbûyîneke qahîm ava kir. Ez dikarim bêjim Neteweyên Yekbûyî tenê çadir dane me. Pêdiviyên din hemû me bi keda xwe bi dest xist. Me dizanî ger ku em rêxistina xwe ava nekin wê dijmin bigihêje armanca xwe. Wê me bi wî rengî têk biriba û belav kiriba. Em li Etrûş 16 hezar kes bûn. Ji rêxistinbûyîna jinê heta sazî û dezgehan pêşkeftinên girîng hatin bidestxistin. Komîn hatin avakirin û ya herî girîng ji bo zarokan û ciwanan cihên perwerdeyê hatin avakirin. Ji derve, di bin çadirekê de ders hate dayîn. Li ser kartonan ders hatin nivîsîn. Tu derfet jî tune bûn lê sazûmaniya me bi awayê herî baş hate avakirin.”
 
‘Sebra me ji ber armanca me bû’
 
Fadîleyê da zanîn ku sebra wan bûye armanca wan û wiha got:"Rêwitiya me dûr û dirêj e. Di vê pêvajoyê de tiştê me nedîtî nema. Li wir jî ji me neqeriyan. Li derdora me qereqol ava kirin ambargo danîn ser me. Bi îxaneta PDK’ê re êrişên xwe cardin bi ser me dijwar kirin. Li wir gelek şahadet çêbûn. Pezên me hemû heyîna me ya aboriyê hatin telifandin. Me ji Başûrê Kurdistanê êdî berê xwe de Iraqê. Her koçberî û her zehmetî ji me re bû tecrubeyek û bû bîrek. Di sînorê Başûr û Iraqê de jî bi heman rengî gelek şahadetên me çêbûn û gelek kes ji birîndar bûn. Heya PDK’ê destûr da em biçin Iraqê. Em hatin Wargeha Mexmûrê. Ji bo mirinê me avêtin vir. Gotin vir çol e. Bi rastî jî mîna goristanekê bû. Bi vê armancê me li vir bi cih kirin. Ne av hebû ne şênayî bû. Ji her deverê dûvpişt û mar derdiketin. Lê belê me ew goristan vegerand cihê jiyanê. Hemû sebra me ji bo armanca me bû."
 
‘Em dizanin berxwedana me di dilê wan de bû kul’
 
Fadîleyê bal kişand ser berxwedana xwe ya domdar û wiha got:"Piştî em gihiştin Mexmûrê şûnde xebera esareta Rêbertî gihişt me. Esil tiştê me hêvî nedikir, tiştê me matmayî kiriye ev bû. Lê ev matmayîn cardin me nexist. Tiştê dijmin hêvî dikir pêk nehat. Serhildan û hêrsek mezintir di dilê gelê Mexmûrê de geş bû. Em dizanin fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd yê azadkirina Rojhilata Navîn zor li hêzên hegemon û dewletên desthilatdar kir. Em dizanin car din berxwedana me ya Mexmûrê di dilê wan de bû kul. Ji ber wê yekê ye êrişên wan yên sînor nas nakin. Êdî armanca me azadiya mutlak a Rêberê me bû. Jiyanek bêyî wî nayê fikirîn."
 
‘Em armanca milyonan kurdan himbêz dikin’
 
Fadîleyê wiha berdewam kir: “Berxwedana gelê wargehê bandorek li derdorê jî kir. Derdorê ferq dikir, ev penaber ne wek yên din in. Jimara me niha 12 hezar e. Lê belê em armanca bi milyonan kurdan himbêz dikin. Çareserî hebe wê bi berxwedana me teva re pêk hatiba. Em li ku derê bijîn ferq nake divê em torên xwe yên berxwedanê ava bikin. Li hember ferasetên înkar û qirkirinê dikin divê helwesta me rast be.”
 
‘Tovê azadiyê avêtiye’
 
Fadîleyê got di roja îro de jî li dijî gelê Kurd şerekî bêexlaq û bê pîvan tê meşandin û wiha qala dubarekirina dîrokê dike: “Dibêjin me rêberê wan esîr girtiye û xistiye bin tecrîdê. Niha jî armanca wan tunekirina şoreşgerên kurd e. Dibêjin bi qutkirina dengê rêbertî re ew ê ji xwe tune bibin. Lê belê hîna fêm nekirine Rêbertî tovê azadiyê avêtiye. Niha li her deverî şîn dibe. Ne tenê di nava gelê Kurd de ye, di nava gelên cîhanê de jî belav bûye.”
 
‘Xwe nexapînin’
 
Fadîleyê diyar kir ku dema mijar dibe gelê Kurd tu nîzam tu qanûn jî nakevin meriyetê û wiha qala Neteweyên Yekbûyî kir: “Welatên Ewropayê û hemû pêkhateyên piştgirî didin penaberan jî bi heman rengî ne. Kes ji me re nabe. Divê em bi xwe ji xwe re bibin. Divê em xwedî li nirxên xwe derbikevin. Encex em ê bi yekîtiyê bikaribin tiştekî bi dest bixin. Îro jî li ser Mexmûrê heman êrişên qirêj berdewam dikin. Çawa yekem car PDK’ê îxanet kir di roja îro de jî li ser heman rêbaza xwe berdewam dike. Ew nayên guhertin. Me ev yek baş fêm kir. Gelek welatiyên me şehîd jî xistin. Lê belê bila xwe nexapînin. Em ji ser xeta rêbertî û şervanên xwe yên azadiyê naçin.”
 
‘Divê îxaneta navxweyî neyê qebûlkirin’
 
Fadîleyê peyama xwe ya dawî wiha parve kir: “Ger em qala îxaneta PDK’ê bikin bê guman dûr û dirêj e. Ev bi wargeha Mexmûrê re jî ne sînordar e. Axa xwe îro ne bi tiştekî pêşkêşî dijminê xwe dikin. Ne tenê li ser şervanan êrişek heye, li ser gelê Başûr bi xwe jî ev êriş tê meşandin. Di aliyê manewî de zirarên mezin digihêjin destkeftiyên gelê Kurd. Çiyayên Kurdistanê tên talankirin, gundên me bajarên me bê mirov tên hiştin. Ev jî bi saya îxaneta PDK’ê pêk tê. Van kesan jî nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtiye. Divê gelê Başûr partiyek wisa nas neke. Divê bi me re heman helwestê nîşan bidin. Îro em neçar in bi hev re vê axê biparêzin. Divê ev îxaneta navxweyî gelê Başûr bi xwe qebûl neke. Me digot bi demê re wê PDK wê Tirkiyeyê nas bike. Lê belê heta niha tiştek nehatiye guhertin.”